‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’ 2022-07-25 10:23:57 ENQERE - Parêzer Hadî Cîn diyar kir ku dewletê di Doza Kobanê de bir ola hakimtiyê radibe û doz ji şirîkê îktidarê MHP’ê re hatiye berdan û got: “MHP van dozan li navenda xwe ya giştî dihûnîne.”    Danişîna 15’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 21 kes jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, îro li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê tê li darxistin. Yek ji parêzerên Selahattîn Demîrtaş, Hadî Cîn dozê nirxand.    Cîn diyar kir ku heyeta dadgehê ji bo dosyeyê hilde saxlemiyê û îdianameyê şênber bike bi awayek organîzekirî ketiye pey lêgerîna şahidan û got: “Dewlet bi tevahiya saziyên xwe re ji bo binê îdiayên razber ên di dosyeyê de razber bike, ketiye nava hewldanan. Em dibînin ku bi rêya Şaxên TEM’ê yên polîsan ji bo hin kesên girtî qanih bikin û bikin şahidên dozê di nava hewldanan de ne.”    DARIZANDINEK FORMALÎTE    Cîn da zanîn ku di dozê de çalakiyên Kobanê û ew twîta MYK’a HDP’ê ku bûye mijara “sûcdariyê” hatiye “pûçkirin” û dema ew ji destpêkê heta danişîna dawî ya 14’emîn li dozê dinerin ku doz veguheriye darizandinek formalîte.    ‘DEREW BI NAKOKIYAN HATINE ÎSPATKIRIN’    Cîn anî ziman ku şahid kengê werî guhdarkirin û bi çi awayî werin guhdarkirin divê agahiya siyasetmedaran û parêzeran jê hebe û di danişîna 14’emîn de wan dîtiye ku di beyanên şahidan ku hatine girtin de naokokiyên mezin hene. Cîn anî ziman ku ji bo HDP bê biçûkxistin û sûcdarkirin çi ji deste dadgehê û medyaya tirk tê dikin û ji bo krîmînalîzekirina HDP’ê her cûre rêbazan xistine dewrê. Cîn destnîşan kir ku şahidên veşarî ku hatine guhdarkirin gotinên derew kirine û derewên wan jî bi bi nakokiyan hatine îspatkirin.    ‘DOZ LI NAVENDA GIŞTÎ YA MHP’Ê TÊN HÛNANDIN’    Cîn destnîşan kir ku Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Polîsan di Doza Kobanê de li ser navê gazinker cih digirin û wiha got: “Baş e qey dewlet di sûcên li dijî wê de hatine kirin qey dewlet nabe hakimê doza xwe? Dewlet di Doza Kobanê de bi hemû saziyên re xwe bûye dadgerê doza xwe. Yê ku delîlan jî û gilî jî dike û yê didarizîne jî dewlet e. Yên muxalîf ku li dijî vê têdikoşin jî derfeta wan a têkoşînê sînordarkirî ye. Doza girtina HDP’ê û Doza Kobanê ji MHP’ê re hatiye berdan. AKP karê xwe dewrî şirîkê xwe MHP’ê kiriye. Di dozê de rehet tevdigerin. MHP van dozan li navenda xwe ya giştî dihûnîne. Bingeha wê jî ji aliyê hiqûqzanên wê ve tê amadekirin.”