Li Edeneyê 3 kes hatin girtin 2022-07-25 11:14:30   EDENE - Ji welatiyên Rojava yên li Edeneyê hatine binçavkirin 3 jê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    Çendek roj berê polîsan li Edeneyê bi ser gelek malan de girtibûn û di encamê de welatiyên ji rojavayê Kurdistanê yên bi navên S.A. (26), H.E.F. (22), H.A. (34) û İ.H. (45) binçav kiribûn. Binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê dihatin ragirtin û piştî karûbarên li emniyetê sewqî Edliyeya Edeneyê hatin kirin. Dozgeriyê piştî îfadeyan, her çar welatî jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeha Cezayên Silhê ya Edeneyê kir.    Dadgehê jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji bo S.A, H.E.F. û H.A. biryara girtinê da û Î.H. jî bi şertê kontrola edlî berda.