Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan 2022-07-25 14:07:06 WAN - Di rapora ku pisporê Tiba Edlî Prof. Dr. Ûmît Bîçer amade kiriye de hat destnîşankirin ku Makbule Ozer a 80 salî ku girtî ye bi zehmet pêwendiyê datîne, gelek nexweşînên wê hene û divê cezayê wê bê taloqkirin.    Makbûle Ozer a 80 salî ku nişteciha navçeya Artêmatanê ya Wanê ye, bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” cezayê 2 sal û mehek lê hatibû birîn, erê bû û ji ber vê di 9’ê gulanê de bi hevjînê xwe Hadî Ozer re hat girtin. Ozer li Girtîgeha Wanê ya Tîpa T’yê ya Wanê tê ragirtin. Ozer li girtîgehê dikeve erdê û milek wê dişikê û milek wê jî diêşe. Makbûle Ozer tevî vê yekê û ji sedî 53 astengdar e jî nayê berdan. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê derbarê Ozer de raporek amade kir. Her wiha ÎHD’ê nêrîna rapora pisporê Tiba Edlî Prof. Dr. Ûmît Bîçer jî li rapora xwe zêde kir.    Di rapora ku ji aliyê Bîçer ve hatiye amadekirin de tê gotin rewş û siheta Ozer ne li gorî şert û mercên girtîgehan e û tê xwestin tavilê bê berdan. Bîçer di raporê de bal kişandiye ser nexweşînên Ozer û divê ew wek kesek astengdar were nirxandin. Di raporê de hat destnîşankirin ku Makbule Ozer a 80 salî ku girtî ye bi zehmet pêwendiyê datîne û ji ber rewşa wê û nexweşînên lazim e cezayê wê bê taloqkirin û rewşa wê lezgîn e.