Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî 2022-07-25 16:44:14   ÊLIH - Ciwanê bi navê Masûm Aksû li gundê Aqûbê ber avê ket û jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Aqûba yê girêdayî navenda Êlihê ciwanê bi navê Masûm Aksu (35) di qenala avê ya Karê Avê yê Dewletê (DSÎ) winda bû. Li gorî agahiyan; Aksû li wê herêmê pezê xwe diçêrand û dema hewl dida mîha xwe ya ketiye avê jê derxîne, li ber avê ket û winda bû.    Di encama lêkolînan de cenazeyê Aksû hate dîtin. Ji bo kar û barên otopsiyê cenazeyê Aksû rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dewletê ya Êlihê.