Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne 2022-07-26 09:00:26   WAN - Ji îmzevanên kampanyaya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatiye destpêkirin endama OHD'ê ya Şaxa Wanê Mehtap Işik detsnîşan kir ku cezayên disiplînê yên tên birîn jî dijhiqûqî ne û got, ji bo rakirina tecrîdê dê têkoşîna hiqûqî bidome.   Serlêdana Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in di bin tecrîdeke giran de li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de tê ragirtin û destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, berdewam dike. Ji bo rakirina astengiyên li ber hevdtîtinê heta niha 775 parêzeran îmze avêtine. Ji îmzekaran, endama Şaxa OHD'ê ya Wanê parêzer Mehtap Işik, tecrîda li ser Ocalan û kampanyaya tê meşandin nirxand.     Işik bilêv kir ku ku tecrîd ne di hiqûqa navxweyî ne jî di hiqûqa navneteweyî de cihê xwe nîne û got, berê di hiqûqa gelek welatan de tecrîd hebû û wiha got, lê ji ber ku bûyer cihê binpêkirinên mezin ji hiqûqê hatiye derxistin. Işik bal kişand ser tecrîda ku berê li ser Nelson Mandela û Antonio Gramsci dihat pêkanîn û got, niha jî lii Tirkiyeyê li ser Ocalan tê meşandin.    Bi domdarî Işik ev tişt anî ziman: "Ocalan kesê sêyemîn e ku di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye. Di aliyê hiqûqî û mirovî de tu aliyekî vê rewşê yê ku were qebûlkirin tune ye. Li Îmraliyê tecrîda giran heye. Em nizanin bê li wir çi diqewime. Ev yek ji ber ku lid ijî qedexeya îşkenceyê ye, me kampanyaya îmzeyan da destpêkirin."    HEYA ME ÎLONÊ   Di berdewamê de Işik anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan tê meşandin û wiha domand: "Her roj ji girtîgehan xebara îşkenceyê tê. Îşkence ne tenê bedenî ye, giyanî ye jî. Nedestûrdayîna hevdîtina bi malbat û parêzerên re û astengkirina pêwendiya bi derve re îşkence ye." Işik, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di 18'ê adara 2014'an de ji bo Ocalan daye bibîr xist û wiha derbirî: "Tirkiye ev biryara binpêkirina mafan bi cih neaniye." Işik, bilêv kir ku paşê parêzerên Ocalan ji bo vê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dane û got, konseyê Tirkiyeyê sûcdar dibîne û ji bo rakirina vê binpêkirinê heta meha îlonê muhlet daye Tirkiyeyê.   Işik, diyar kir ku astengkirina hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan re berê bi hincetên wekî" keştî xerabe ye" û "rewşa hewayê nebaş e", lê niha bi "cezayên disiplînê" tên astengkirin. Işik, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cezayên disiplînê jî derqanûnî ne. Nayên zanîn bê ka ev ceza ji ber çi hatine dayîn. Lewre hiqûq nayê xebitandin. Ji ber ku hiqûqa li Îmraliyê tê sepandin hiqûqa taybet e, îtîraz bi tu awayî esas nayên girtin. Ev dibe sedema xitimandinekê. Biryarên hatine dayîn siyasî ne, ne hiqûqî ne."   TÊKOŞÎN   Işik anî ziman ku saziyên navneteweyî bi taybetî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) têkildarî tecrîda li Îmraliyê ragihandiye ku li Îmraliyê binpêkirina mafan heye, lê belê mekanîzmayên navneteweyî nayên xebitandin di vî warî de û wiha got: "Aşkera ye ku ji bo rakirina binpêkirina qedexeya îşkenceyê tu gav nayê avêtin." Işik destnîşan kir ku ev rewş baweriya bi saziyên navneteweyî xera dike. Işik, tecrîda li Îmraliyê wekî "xetere" wesifand û xwest Wezareta Dadê berpirsyariya xwe bi cih bîne.    Işik destnîşan kir ku dê têkoşîna wan a hiqûqî ya ji bo rakirina tecrîdê bidome.   MA / Mehmet Şah Orûç