UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir 2022-07-26 10:33:40 ENQERE - Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSC) têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Perex a Zaxoyê daxuyaniyek da û bang li dewletên endam kir ku ji bo lêpirsînê alîkariyê bidin Hikûmeta Iraqê.    Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSC) têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî qada geştê ya gundê Perex ê Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê ku di encamê de 2 jê zarok bi giştî 9 sivîl hatibûn qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Endamên Konseya Ewlekariyê ya NY’ê, êrişa di 20’ê tîrmeha 2022’yan de li dijî bajarê Dihok a Iraqê hatiye kirin bi tundî şermezar dikin. Di encama êrişê de zarok jî di nav de bi giştî 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Endamên Konseya Ewlekariyê sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan, hikûmeta Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê re dixwaze, ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê hêvî dike. Endamên konseyê ji bo lêpirsîna derheqê êrişê de dê piştgiriya pêwîst bidin meqamên Iraqê. Banga Konseya Ewlekariyê li endaman ew e ku ji bo lêpirsîneke bibandor piştgiriyeke çalak bidin Hikûmeta Iraqê. Endamên Konseya Ewlekariyê careke din dubare dikin ku li gel serxwebûn, serwerî, yekitî, yekparetî, pêvajoya demokratîk û aramiya Iraqê re ne.”    DÊ UNSC ÎRO BICIVE    Wezareta Karên Derve ya Iraqê li UNSC’ê  ji ber êrişa li Zaxoyê giliyê Tirkiyeyê kiribû û banga civîna awarte kiribû. Ofîsa Berdevkiya UNSC’ê ragihand ku dê îro piştî nîvro bi rojeva êrişa li dijî Zaxo bicive.