Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe 2022-07-26 10:39:33 STENBOL - Dema ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo 'mafê hêviyê' yê Ocalan dabû Tirkiyeyê dê di meha îlonê de tije bibe. Tirkiyeyê heya niha tu gav neavêtine û berevajî vê 5 caran cezayê disiplînê daye Ocalan. Her wiha xebernegirtina ji Ocalan jî dibe cihê fikaran.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV), ji bo biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn ku berpirsê kontrolkirina cîbicîkirina biryarên DMME'yê. Salek di ser serlêdana navborî re derbas bû.   Di serlêdana de ku di 26’ê tîrmeha 2021’an de hatibû kirin, hatibû xwestin ku biryara DMME’yê ya derbarê Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan de ku DMME'yê gotibû cezayê muebbeda girankirî li dijî xala 3’yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), bikeve rojeva hemû civînên heftane û demkî yên komîteyê. Her wiha di serlêdanê de hatibû xwestin ku hejmara kesên ku li Tirkiyeyê cezayê muebbeda girnakirî li wan hatiye birîn jî bê tespîtkirin.    MAFÊ HÊVIYÊ   Di serlêdanê de hatibû diyarkirin ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê di hin rewşan de cezayê heta hetayê di tevahiya jiyana hikumxwar de berdewam dike û ji ber qedexeyên berdana bi şertî ya kategorîk mafê hêviyê nayê pêkanîn. Di serlêdanê de hatibû diyarkirin "Mafê Hêviyê" mekanîzmaya esasgirtina ji nû ve nirxandina ceza ferz dike.    BIRYARA DMME'YÊ   Ji bo binpêkirina mafan ên li Îmraliyê di sala 2013'an de serî li DMME'yê hatibû dayîn. DMME'yê jî di 18'ê Adara 2014’an de biryar dabû ku ya li Îmraliyê tê kirin dijî xala 3'yan a PMME'yê ye ku muameleya xirab û îşkenceyê qedexe dike. Paşê DMME'yê vê biryarê ku wekî biryara "Ocalan 2" bi nav kiribû, ji bo girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî dabû.    8 SAL IN NEHATIYE PÊKANÎN   Di ser biryarê re 8 sal derbas bûne lê belê Tirkiyeyê ji bo "Mafê Hêviyê" heya niha tu gav neavêtine.    KOMÎTEYÊ EW DAXILÎ ROJEVA XWE KIR   OHD, TOHAV, ÎHD û TÎHV ji bo biryara DMME'yê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku komîte berpirsê kontrolkirina pêkanîna vê biryarê ye. Piştî serîlêdanê komîteyê di 3'yê kanûnê de biryara xwe eşkere kiribû. Komîteyê doza hejmara kesên di biryara “Ocalan-2” de cezayê muebbedê yê nayê kêmkirin ûvekolandin li wan hatiye birîn xwestibû. Komîteyê bang li Tirkiyeyê kiribû ku herî dereng heta dawiya îlona 2022'yan pêşketinên di vî warî de hatine kirin ragihîne.    TIRKIYE: BINPÊKIRIN TUNE NE   Tirkiye li ser serlêdana rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê ya di 7’ê îlona 2021’an de derpêş kiribû ku ji sala 2009’an û vir ve li Îmraliyê tu binpêkirinek pêk nehatiye. Ji aliyê din ve Tirkiyeyê ji bo tespît û pêşniyarên di serlêdanê de yên derbarê "mafê hêviyê" û "guhertina zagona cezayê girankirî yê heta hetayê" ku îxtîmala berdana Ocalan û girtiyên din di xwe de dihewîne, ji nedîtî ve hat.    RÊXISTINÊN HIQÛQÊ: BINPÊKIRIN DIDOMIN   Di 12'ê cotmehê de rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê bersiva parastina Tirkiyeyê ku gotibû "binpêkirin tune ye" dabûn û destnîşan kiribûn ku tiştên tên îdiakirin xapînok in û tecrîd didome û hin pêşniyaz kiribûn.    Dema ku ji bo Tirkiyeyê hatiye diyarkirin dê di meha îlonê de bi dawî bibe, lê belê Tirkiye heya niha ne derbarê hejmara kesên cezayê muebbed agirankirî li wan hatiye birîn ne jî der barê "mafê hêviyê" de tu gav neavêtine.    Ji ber ku heya niha tu gav neavêtine, binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê jî her diçin zêde dibin û bi tu awayî xeber ji Ocalan nayê girtin. Tam sal û 4 meh in xeber ji Ocalan nayê girtin.    Me geşedanên girîng ên di saleke dawî de berhev kirin:    Ji Ocalan û girtiyên din ên ku Komîteya Wezîran ji bo wan agahî ji Tirkiyeyê xwestibû û ji bo vê muhlet dabûyê, ji 25'ê adara 2021'an û vir ve, yanî 16 meh in, tu xeber nayên girtin. Hem parêzer hem jî malbat ji bo hevdîtina bi Ocalan û girtiyên din re her hefte serlêdanê dikin. Lê serlêdanên wan nayên bersivandin.    ASTENGKIRINA HEVDÎTINÊ   Hevdîtina bi Ocalan re bi hinceta cezayên disiplînê tê astengkirin. Parêzeran di 22’yê mijdara 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Dadgerê Înfazê yê Bursayê dabûn. Bi vê serlêdanê derketibû holê ku di 12’ê Cotmehê de 6 meh qedexeya hevdîtina bi parêzeran re û di 18'ê tebaxê de jî 3 meh jî qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye danîn. Hinceta van biryaran jî teblîxê parêzeran nehatibû kirin. Lê belê ji bo Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe re neke cezayên disiplînê veguherîn cezayên berdewamî.   Piştî qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya di 12'ê cotmehê de di 22'yê nîsanê de tije bû, parêzer di 29'ê nîsanê de careke din ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ay Bursayê dabûn. Lê belê dadgeriyê çendî dema qedexeyê tije nebûbû jî diyar kiribû ku di 13'ê nîsanê de 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn û ji ber vê serlêdan red kiribû. Hinceta qedexeyê jî nehatibû diyarkirin.    Piştî redkirina serlêdanan parêzerên ocalan di 28'ê adara 2022'yan de careke din serî li dadgeriya înfazê dan û xwestin malbat hevdîtinê bi Ocalan re bike lê belê dadgehê piştî serlêdanê bi rojekê, di 3'yê sibatê de bersiv da. Dadgeriyê di bersiva xwe de derpêş kiribû ku di 21'ê sibatê de 3 meh cezayê disiplînê yê din jî hatiye birîn û ji ber vê serlêdan red kiribû. Piştî vê parêzer di 7'ê hezîranê de jî serlêdan kiribûn, lê dadgehê ev serlêdan jî red kiribû û gotibû "cezayên disiplînê hê jî didomin." Lê belê parêzeran îtiraz kiribû. Dadgehê di 23'yê hezîranê de bersiv dabû û gotibû di 31'ê gulanê de 3 meh cezayê disiplînê hatiye birîn û serlêdan red kiribû.    SERÎ LI AYM'Ê DAN   Piştî vê parêzerên Ocalan ên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li AYM'ê dabûn ku hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Ocalan re bi cezayên disiplînê yên "bêhiqûqî" tê astengkirin û xwestibûn binpêkirina tê kirin bê tespîtkirin.    775 PARÊZER SERLÊDAN KIRIN   Ji ber astengkirina hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan, Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar, Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) tevî 775 parêzerên ji 29 baroyan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn ku hevdîtinê bi Ocalan, Aktaş, Yildirim û Konar re bikin. Serlêdana parêzeran bi tu awayî nehat bersivandin.    MA / Ergîn Çaglar