Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn 2022-07-26 10:57:33   RIHA - Li Rihayê di 2 qezayên ku pêk hatine de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn.    Li ser xaçerêya Sîteya Oto Galerîcîler a li ser rêya Riha-Dîlokê ya navçeya Eyyubiyeyê wesayîta karkeran a bi plakaya 63 S 0523 û wesayîta bi plakaya 63 KZ 499 li hev ketin. Wesayîta ku karkeran dibir Herêma Sanayîyê ya Organîzeyê, piştî li hev ketinê kaş bû û derket ser refûjê. Karkerên bi navên Huseyîn Çelîk (35), Azîz Çelîk (33), Şavak Çelîk (37), Ramazan Aslan (32), Halît Erdogan (35), Zeynep Dalaz (21), Nazîf Buyuk Firat (75), Nasreddîn Çakan (38), Îbrahîm Halîl Bagaç (38), Nasîh Îşler (22), Fatma Çakmak (40), Alî Puruzludag (32), Îbrahîm Kûrkalin (23) û Necmî Olmez (48) birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûne bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.    Hat zanîn ku rewşa karkerên ku birîndar bûne û tên tedawîkirin giran nîne.    TIR'Ê LI MOTORSIKLÊTÊ XIST: 2 KES MIRIN   Qezaya duyemîn jî li ser xaçerêya li ser rêya Riha-Amedê ya li navçeya navendî ya Karakopruyê pêk hat. Di qezaya ku TIR’ê li motorsiklêtê xistiye de kesên li ser motorê yên bi navên Yûsûf El Hasan (40) û Helîl Mermertaş (50) jiyana xwe ji dest dan.