Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket 2022-07-26 11:25:54 STENBOL - Li Qursa Qur’anê ya li Sultanbeyliyê şewat derket. Bi derketina şewatê re 40 xwendekar ji wir hatin veguhestin.    Qursa Qur’anê ya Zilaman a 6 qat a li Kolana Akgun a Taxa Turgut Reîs a navçeya Suyltanbeylî ya Stenbolê îro saet di 07.00’an de şewat derket. Şewat li xwarinxaneyê derket û di demekî kin de belav bû. Bi derketina şewatê re 40 xwendekar ji wir hatin derxistin. Li cihê bûyerê gelek komên agirkujiyê, polîs û tenduristiyê hatin sewqkirin. Şewat di demekî kin de hate vemirandin. Di şewatê tiştek bi kesekî nebû.    Di encama şewatê de ziyanên madî çêbûn.