Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir 2022-07-26 12:24:14   MÊRDÎN - Serokê Şaredariya Artukluyê yê Mêrdînê Abdulkadîr Tutaşi ku bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê îstîfa kir, bi nelirêtiyên xwe ve şaredarî jî veguherand navenda nelirêtiyan.    Di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê adara 2019’an de Abdulkadîr Tutaşi yê AKP’î weke Serokê Şaredariya Artukluyê hate hilbijartin. Tutaşi, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ragihand ku îstîfa kiriye. Di hesaba xwe de Tutaşi “efûya” xwe xwest û sedema îstîfakirina xwe jî weke “pirsgirêkên tenduristiyê” nîşan da. Piştî îstîfaya Tutaşi, Şaredariya Artukluyê bû rojev. Balkêş e ku Tutaşi piştî lêkolîna mufetîşan a li şaredariyê îstîfa kir.    Ji roja Tutaşi hatiye hilbijartin heta niha navê Şaredariya Artukluyê gelek caran bi nelirêtiyan kete rojevê. Di Rapora Venihêrîna Darayî ya 2021’an de nelirêtiyên li Şaredariya Artukluyê êdî derketin lûıtkeyê. Piştî weşandina raporê, endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’î xwestin Tutaşi îstîfa bike û 13 endamên AKP’î jî bi Serokatiya Bajêr û Navenda Giştî ya AKP’ê re hevdîtin kirin û raporên derheqê nelirêtiyan de pêşkeşî Serokomariyê kirin. Lê belê tevî vê jî pêşketinek çênebû. Li ser vê yekê jî 13 endamên Meclisa Şaredariyê ji Serokatiya AKP’ê ya Bajar îstîfa kirin.    Piştî qewimîna van bûyeran, di encama hevdîtinên bi Navenda Giştî ya AKP’ê re Dadgeha Dageriyê mufetîşek şande şaredariyê.    SOYLU KETE DEWRÊ   Dema Abdulkadîr Tutaşi di hilbijartinên 31’ê adarê de bûy namzet, nîqaşên derheqê wî de dest pê kiribûn. Tutaş ê ku bi rabûrdiya xwe ya Partiya Rêya Rast (DYP) tê naskirin, ji hêla gelek AKP’iyên li Artukluyê ve nehat qebûlkirin. Li ser vê yekê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu kete dewrê û bi kesên îxtîmal bû li dijî namzetiya Tutaşi bibin namzet re hevdîtin kir.    QALA MILYONÊN HATINE WINDAKIRIN NEKIR    Tutaşi piştre jî hate hilbijartin. Di civîna ewil a Meclisa Şaredariyê de endamên HDP’î pirsa deynên di dema qeyûm de jê pirsiyan û Tutaşi jî bi bersiva “Ez mecbûr nînim deynên qeyûm li vir bibêjim” li dij derketibû ku deynê heyî bibêje. Qebûl nekiribû ku 36 milyon lîreyên di dema qeyûm de hatine windakirin bên lêkolînkirin. Tutaşi tenê bi gotina “Em nikarin daxuyaniyan bidin” re bisînor mabû.    ÇERXA BERTÎLÊ AVA KIR    Di meha 8’an a peywira xwe de Tutaşi rayeya îmara Artukluyê bi gefa qeyûm ji destê endamên Meclisê girt. Lê belê piştî ku nelihevkirin derketin, ev rayeye ji Tutaşi hate girtin û dîsa dan Meclisê.    Tutaşi, di demên piştre de “Çerxa bertîlê” ava kir û li gel zarokên xwe êdî kar û barên îmarê bi rêya bertîlan bi rêve bir. Ji ewil li şaredariyê bo zarokên xwe ode veqetand û piştî bertekan jî zarokên xwe ji avahiya şaredariyê derxist û bo wan li rex şaredariyê xaniyek girt. Çerxa bertîlê ya li wê derê dihat kirin êdî derket lûtkeyê lê dîsa jî berdewam kirin.    ÇAVKANÎ BI MÎT’Ê HATIN BIKARANÎN   Bi Rapora Fealetiyan a Şaredariya Artukluyê ya di salên 2019-2021’an re nelirêtiyên Tutaşi heta astekî derketin holê. Derket holê ku Tutaşi çavkaniyên şaredariyê ji bo emniyet, cendirme, MÎT û saziyên din ên dewletê bi kar tîne. Di belgeyan de xuya bû ku Tutaşi rêyên nehatine çêkirin weke ku hatibin çêkirin nîşan daye û di salên piştre jî li şûna pêşîlêgirtina van nelirêtiyan, nelirêtî her ku çû zêdetir bûn.    ÎHALE PÊŞKEŞ KIRIN   Di Rapora Venihêrîna Darayî ya 2019-2020’an de derket holê ku Tutaşi 569 îhale “Bi rêya raste rast temînkirinê” da ne û çavkanî pêşkeşî fîrmayên nêzî xwe kirine. Di demên piştre de aşkera bû ku Tutaşi îhaleya bi bihayê 21 milyon lîreyan daye fîrmaya Serokê Şaredariya Mîdyadê Veysî Şahîn û îhaleya bi 18 milyon lîreyan jî daye fîrmaya kurxalê Şahîn. Her wiha yên ku dixwestin pereyê karên nehatine kirin dîsa werin dayîn jî bi “xayînê welat” sûcdar kir.    ÎHALEYÊN KEYFΠ   Artuklu navçeya Mêrdînê ya dîrokî ye û qada SÎT’ê ye lê belê destûrnameyên înşaetan li gorî daxwaza xwe belav kirin. Ev destûrnameyên bêusulî hatine belavkirin, gelek caran bûn rojev. Destûrnameyên ji bo deverên ne dîrokî hatine belavkirin, di demên piştre ji bo deverên dîrokî û herêmên karesaetê jî hatin belavkirin.    Di Rapora Venihêrîna Darayî ya 2021’an de hat destnîşankirin ku ji bo diyariyan bi milyonan lîre hatine xerckirin, îhaleyên bêusulî yên bi milyonan hatine dayîn, heta qîr jî weke ku ji loqantayê hatibe kirin hatiye nîşandan. Tutaşi, bi îhaleyên keyfî bûbû rojev û derket holê ku ev îhale jî dane fîrmayên ku pereyên zêde dayîn.    ERDOGAN JÊ XWEST KU ÎSTÎFA BIKE   Piştî ku nelirêtiyên heyî berdewam kirin, 13 endamên Meclisê yên AKP’î gotin “An dê Tutaşi îstîfa bike yan jî em” û bi Serokê Rêveberiyên Herêmî yê AKP’ê Mehmet Ozhasekî re hevdîtin kirin. Piştî van hevdîtinan, mufetîşên Dadgeha Dageriyê lêkolîn da destpêkirin û hat destnîşankirin ku Serokomar Erdogan ji Tutaşi xwestiye ku îstîfa bike.    Me xwest têkildarî îstîfayê bi Tutaşi re hevdîtinê bikin lê belê ji ber ku telefon arasteyî telesekreterê dihat kirin, me nekarî pê re hevdîtinê bikin.   MA / Ahmet Kanbal