Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû 2022-07-26 14:20:04 WAN - Li gundê Kiratî yê bi ser navçeya Elbakê ve di encama cîsmek leşkerî de ku teqiya zarokek 12 salî H.E. bi xedarî birîndar bû.    Li gundê Kiratî yê bi ser navçeya Elbaka Wanê ve cîsmek leşkerî teqiya û di encama teqînê de zarokê 12 salî H.E. bi xedarî birîndar bû. Bûyer vê sibehê li gundê Kiratî ku dikeve ser sînorê rojhilatê Kurdistanê qewimî. H.E. yê ku li ber pez bû cîsmê leşkerî pê ve teqiya û ew bi giranî birîndar bû. Welatiyan zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê û piştî mudaxileya ewil wî sewqî Navenda Tibê ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê kirin.    'TEQÎN LI BER QIJLEYA LEŞKERÎ PÊK HATIYE’    Bavê zarok Hanîfî Eryilmaz agahî da ajansa me û diyar kir ku zendek deste wî jê bûye û ranê wî rastê û serçavê wî bi xedarî birîndar bûye. Eryilmaz anî ziman ku lawê wî demek dirêj li cihê bûyerê birîndar maye û got: “Cihê bûyerê li ber qijleya leşkerî ye. Tevî vê yekê jî mudaxile nekirine. Niha rewşa lawê min pir xedar e.”    Hat zanîn ku zarokê birîndar li beşa venêrîna awarte tê dermankirin.