Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da 2022-07-27 09:03:37 WAN - Makbûle Ozer a 80 salî, piştî ku 2 sal û mehek cezayê derheqê wê de hatibû erêkirin di 9'ê gulanê de hatibû girtin. Parêzera Dîlan Kûnt Ayan ji bo muwekîla wê cezayê xwe li malê biqedîne serî li AYM'ê da.  Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî ku ji sedî 53 astengdar e û piştî 2 sal û mehek cezayê ku lê hatibû birîn hatibû erêkirin di 9'ê gulanê de li navçeya Artemêtan a Wanê hatibû girtin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat dayîn. Piştî ku Dadgeriya Înfazê ya Wanê û Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Wanê serlêdana ji bo Ozer "cezayê xwe li malê biqedne" red kirin, parêzera wê Dîlan Kûnt Ayan serî li AYMê da, ji bo "tevdîr"ê.    Kûnt Ayan di serlêdana xwe de bal kişandiye ser nexweşînên Ozerê û rapora wê ya tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê daye wê û gotiye, ji ber van sedeman muwekîla wê nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Kûnt Ayan di serlêdanê de bilêv kiriye ku ji ber ku muwekîla wê temenmezin û astengdar e nikare bi tena serê xwe jiyana xwe û xwestiye muwekîla wê cezayê xwe li malê înfaz bike û ji bo vê biryra "tevdîrgirtinê" bê dayîn.