Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide 2022-07-27 09:05:07 RIHA - Endama Fermandariya Giştî ya HSD'ê Newroz Ehmed anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê ji bo hemû herêmê xeterê ye û wiha got: "Divê li dijî dewleta Tirkiyê hemû kesên ku mafê mirovan diparêzin xwedî helwest bin. Divê Erdogan li dadgeha navneteweyî bê darizandin."    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa ku bi pêşengtîya jinan li ser asasên ekolojiyê, demokratîkbûnê û azadiyê hatiye avakirin ji bo hemû cîhanê bûyî hêvî, dewleta Tirkiyeyê nerihet dike. Tirkiye peymanên ku bi DYA û Rûsyayê re kirine binpê dike û bi çekên bêmirov êrişê dibe ser herêmê. Di 327 êrîşên bi SÎHA'yan de yên di navbera 2020 û 2022'yan de hatine kirin 39 kesên pêşengiya şerê li hemberî DAIŞ kiribûn hatibûn kuştin. Di êrişa li ser rêya Qamişloyê ya di 22'yê Tîrmehê de Fermandarê Hêzên Antî Terorê (YAT) Jiyan Tolhildan, fermandar Roj Xabûr û endama YAT'ê Barîn Botan jiyana xwe ji dest dabûnn. Jîyan Tolhildan, di şerê li hemberî DAIŞ'ê yê 2019'an yên li gundê Baxoz ê Dêrezorê de wekî fermandara Yekîneyên Parastina Jinn (YPJ) cih girtibû.   Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Newroz Ehmed, behsa têkoşîna Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botanê kir û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me Mezopotamyayê (MA) re nirxand.      'WEKÎ NAVÊ XWE JIYAN BÛ'    Newroz Ehmed anî ziman ku Jiyan Tolhildan di destpêka şoreşê de cih girtiye û wiha got: "Di destpêka avakirina YPJ'ê de cih girt. Di şerê destpêkê de yê li Serêkaniyê de cih girt. Cara pêşî li hemberî El-Qaîdeyê de di şerê de cihê xwe girt. Pişt re cihê ku şer lê hat meşandin, ji Cizîrê heya Helebê, ji Efrînê heya Şehba û Kobanê cihê xwe girt. Di şerê DAIŞ'ê de pêşengî kir. Bi ruhekî ciwan, enerjîyeke pir mezin têkoşîn da. Dikaribu pêvajoya herî zehmet bizîvrîne moral û serkeftinê. Ji hevalên xwe re wekî heval, wekî şervanek, hevalek û fermandarek li pêşiya şervanê xwe cihê xwe girt her dem. Di cihê herî zehmet de  bi ruhêkî fedakarî cihê xwe girt. Di her qadê de şopa xwe da çêkirin. Wekî navê xwe jiyanek azad, wekhev da temsîlkirin. Her sê heval jî di nava hemû xebata de cihê xwe girtin. Geh wekî şervanek, wekî fermandarek, wekî mamosteyekî hevalê xwe perwerde kirin û li cem wan cihê xwe girtin. Di hemû kêliyên şoreşê de cihê xwe girtin. Tu carî çavê xwe ji zor û zehmetîyan netirsandin. Tiştekî ku 'nabe' nîn bû li ba hemû hevalan. Çi pêwîst bikira dikirin. Her dem li pêş bûn. Ji gava yekemîn a ji bo şoreşê heya gava dawiyê di cihê herî zor de kesayetek ava kirin. Her sê heval hev du temam dikirin. Astengî nas nedikirin."   'JI BO ŞOREŞÊ BÛN MERTAL'   Newroz Ehmed destnîşan kir ku Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan ji bo Şoreşa Rojavayê bûne mertal û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji bo hemû gelê herêmê têkoşiyan. Ji bo şoreşê mezin bikin çi ji destê wan hat kirin. Tişta ku me dixwest mezinkirina têkoşînê bû. Divê me ji îro şûn de ji her kêliyê zêdetir xwe birêxistin bikin, di refê pêş de cihê xwe bigirin. Erk û berpirsiyariyê xwe pêk bînin. Şoreşê mezin bikin. Me di 10 salan de şoreş ava kir, êdî divê em xurt bikin. Ji bo bi tena xwe karibe xwe biparêzê. Di serî de wekî jin tevahî hemû pêkhateyê herêmê ji her wextî bêtir divê erka xwe hilgirin. Ev erkeke li ser milê me ye, em ê wê erka xwe bi cih bînin. Wekî hêzek pêşeng me heya îro çawa şoreş parast em ê ji îro şûn de jî biparêzin. Soza me ji sala nû ya têkoşînê û şehîda wiha ye. Em ê ji her kesî û her demê bêhtir tev li şoreşê bibin."   'BI BEDELÊN GIRAN HATIN VAN ROJA'    Newroz Ehmed bibîr xist ku di demên dawî de êrişên dewleta Tirkiyeyê zêde bûna û got: "Ev êriş ne tenê li hemberî me kurda, li hemberî hemû pêkhateyên herêmê ne. Li ser hemû civakê, berî hemî tiştî li ser jina ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin gihîştine vê astê; jin xwedî hebûnê ye, jin xwedî azadiyê ye, êdî heq kirîye bibe ya xwe û bêje ez heme, mafên min hene, ez ê di asta herî pêş de cihê xwe bigirim. Em bi berdêlên giran hatin van rojan. Êdî kesek nikare gav bi me paş de bide avêtin. Careke dî tu kes nikare jiyana koletiyê, jiyana bêedelet ferz bike. Ew jiyana tarî, reş kesek nikare ferz bike li ser me. Jiyan, Roj û Barîn çawa bi rengê xwe tev li şoreşê bûn, em jî li ser şopa wan xwedî lê derdikevin. Dijminê faşîst û hov ku zarok, jin  û hemû civakê hedef digire êdî dema wî hatîye em wî bi dawî bikin. Divê êdî em bêjin bes e. Ev êriş nikarin me bitirsînin. Nikarin gava bi me paş de bidin avêtin. Dewleta dagirker bi çeteyan bi ser neket, îstîxbaratê xwe hemû seferberkirin têrê nekir. Her roj me dikin hedef. Tenê sûcê me em xwedî li azadiya xwe derdikevin. Tu kes nikare jiyana koletiyê li me ferz bike. Em dixwazin bi çanda xwe, zimanê xwe bi nasnameya xwe bijîn, sûcê me ev e. Dibêjîn 'êrişî me dikin. Em bersiv didin terorîstan.' Ka li ku dere me êriş kiriye? Bila werin îspat bikin."   'KA YÊ BÊJIN EM DOST IN?'    Newroz Ehmed anî ziman ku Şoreşa Rojava ji bo hemû cîhanê bûye hêvî û got: "Ji bo cîhanê me li vir şer kir. Herî zêdetir jina barê şoreşê girt ser milê xwe. Me têkoşîn ji bo cîhanê da. Ka kesên digotin' em dost in? Em heval in em vê têkoşînê bi hev re bikin, em erka xwe bi cih tînin, ka erka we? Tenê gotin têr nake. Sersaxî ter nake. Malbatên şehîdan vê yekê ji jinê dixwazin: 'Hûn bi hev re ev qasî têdikoşin xelata vê ya çi ye? Xelata wê herroj fermandarê me qetil bikin? Sûcê wan li hemberî DAIŞ, El Qaîde, El-Nûsra yê şer bikin an? Kesê terorîst, ji bo dinyayê xetere ne, lê li cem Tirkiyeyê na. Li herêmê dibin kontrola Tirkiyeyê de mezinên DAIŞ'ê tên kuştin. Terorîst ew in, çi hesab ji wan tê xwestin? Xebatek hevbeş heye lê gelê vê herêmê êdî mafê xwe dixwazin. Gel êdî şer naxwaze û dibêje em dixwazin azad bijîn. Li hemberi kesên ji bo cîhanê gelek xeterê di nava van şert û mercên giran de têkoşînê em dimeşînin. Li hemberî vê ya em pê diêşn, tenê şermezarkirin têr nake. Dewleta tirk ji vê cesaretê digire. Divê kesê ji bo mafê mirovan têdikoşin bêjin bes e. Bêjin em vê qebûl nakin. Ku bêjin em qebûl nakin dewleta tirk cesaret nake wisa êriş bike û komkujiya pêk bîne. Dibêjin em ê ji bo komkujiya Zaxo werin cem hev, lê dîsa baweriya me nîn e. Tu helwestekî tund nayê danîn."   'DADGEHEK NAVNETEWEYÎ LAZIM E'    Newroz Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê ji bo şerê derûnî li herêmê nûçederewan belav dike û wiha berdewam kir: "Her roj nûçeyên derew belav dikin. Di sînorê me de tu carî êriş nehatine kirin. Ew herêmê me dagir dikin. Gel koçber dikin, dikujin. Rêbazên qirêj pêk tînin û nûçeyên derew parve dikin. Ji ber wê dadgehek navnetewî lazim e. AKP-MHP bi taybetî jî Erdogan divê were darizandin. Dengek xurt lazim e. Ev xetere ne tenê li hemberî kurdan e. Em tenê hedef nayên girtin, zarok, jin, extîyar jî hedef tên girtin. Her roj vê ya dubare dubare dike. Heya niha helwestek hatibûna danîn dê nikaribûna êrişên xwe berdewam bikirana. Tenê parastina hewayî na, em tenê nabêjin parastina hewayî bila were girtin. Mafê gelê vê herêmê li ku ye? Mafê wan nîn e li ser axa xwe azad bijîn? Ji ber vê hevalê me hedef hatin girtin. Me ev têkoşîn veşartî nekir, me têkoşîn kir û em dikin û emê bikin jî. Em ne poşman in. Lê helwestek li hemberî êrişa Tirkiyeyê hewce ye. Tenê gotina 'em êşa we parve dikin' têrê nake. Dewleta Tirkiyeyê nasnameya xwe ya NATO'yê bi kar tîne. Dibêjin em terorîstan dikujin. Ma ew zarokên hatin kuştin jî terorîst in?"   'EM Ê ŞOREŞÊ LI CIHANÊ BELAV BIKIN'    Newroz Ehmed bang li kesên mafên mirovan diparêzin kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji bo parastina me çi bikeve ser milê me em ê bikin. Ji her kesî em vê dixwazin: îro li ber gelê Surî hat derxistin, niha li Iraqê tê kirin, sibe wê li cihên din were kirin. Tirkiye wekî cinawireki xetere ye ji bo hemû herêmê. Divê em bi hev re li hemberî dewleta Tirkiyey xwedî helwest bin. Em jin çawa heya niha em ji bo azadîya têkoşiyan em ê têkoşîna xwe ji îro şûn de mezintir bikin. Em ê şoreşê li cîhanê belav bikin. Ev soza me ji şehîda re ye. Ancax em deyne xwe wiha bidin. Divê em xwe hê bêhtir birêxistin bikin. Divê hemû gelê me hişyar bibin. Divê em û gel bi hev re bitêkoşin. Divê gel li derdora şervanê xwe be. Em dikarin bi hev re bigihên serkeftinê. "   MA / Emrûllah Acar