Kalin ê AKP’î gefa operasyonê xwar 2022-07-27 11:15:27   ENQERE - Berdevkê Serokkomar Îbrahîm Kalin ji bo êrişeke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got; “Dibe ku di kêliyê de operasyonek were destpêkirin.”   Berdevkê Serokkomarê Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin di hevpeyvîneke xwe ya bi Bloombergê de têkildarî êrişeke gengaz a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî. Kalin, diyar kir ku geşedanên li qadê ne li gorî daxwaza wan pêş dikevin û wiha got: “Em li Idlibê nêzî 4 milyon kesan diparêzin. Li hêla din jî li dijî gefa terorê têdikoşin. Lewma Serokkomarê me got ku dibe di kêliyê de operasyonek were destpêkirin. Ji bo vê jî em ê ji kesekî destûrê nexwazin. Di çarçoveya xetereyên ewlekariyê de dibe ku em di kêliyê de operasyonekê bidin destpêkirin.”    Kalin, her wiha peyama sersaxiyê ya CENTCOM'ê ya ji bo fermandara Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ranegirt û bertek nîşan da.