Rewşa zarokê ji ber teqemeniya leşkeriyê birîndar bûyî giran e 2022-07-27 11:52:06 WAN - Li Elbakê cihê leşkeriyê yê berê cîsmek bi zarok H.E. ve teqiya û E. bi giranî birîndar bû. Hat zanîn ku destê rastê yê H.E. jê bûye û rewşa wî giran e.    Duh li Taxa Kiratî ya Elbak a Wanê di encama teqîna cîsmekî de zarokê bi navê H.E. yê 12 salî bi giranî birîndar bû. Malbatê H.E. rakirin Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncuyil a Wanê û li wir tê dermankirin. Ji bo derxistina parçeyên şarapnalê yên di serê H.E. de, duh hat emeliyatkirin. Di encama emeliyata 6 saetan de hinek parçeyên şarapnelan hatin derxistin û H.E. rakirin beşa lênihêrîna awarte. Li rexên rast û çepê yên rûyê H.E. birînên mezin çêbûne û rewşa wî giran e.    Hat zanîn ku cihê teqîn lê çêbûye beriya niha wek qada leşkerî hatiye bikaranîn. Her wiha li heman deverê pîsta helîkopteran heye.   Malbata H.E. piştî teqînê agahî dan ajansa me û diyar kirin ku destê rastê yê zarokê wan jê bûye. Her wiha malbatê got ku piştî teqînê ji bo alîkariyê bangî leşkeriyê kirine lê jê re nebûne alîkar.