Gundê Zêvkanê ev 10 saetin di dorpêça leşkeran de ye 2022-07-27 14:27:34 COLEMÊRG  - Li gundê Zêvkan ê Geverê di encama serdegirtina malan de 6 kes hatin binçavkirin. Gundê Zêvkanê ev 10 saetin di dorpêça leşkeran de ye. Leşkeran îro di saetên serê sibehê de gundê Zêvka yê Gever a Colemêrgê dorpêç kir. Her wiha leşkeran bi ser hinek malan de girtin û ji heman malbatê 6 kes binçav kirin. Kesên hatine binçavkirin derbasî Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. Hat zanîn ku biryara bisînorkirinê li ser dosyayê heye û qedexeya hevdîtinê ya 24 saetan bo parêzeran danîne.    Dorpêça li ser gund ev 10 saet in berdewam e. Hat zanîn ku leşker ji şêniyên gund re dibêjin; “Heta fermaneke din em ê li vê derê bin. Bo me astengiyan dernexînin.” Her wiha şêniyên gund destnîşan kirin ku gelek leşker û makîneyên kar veguhestine gund.