Şandeya HDP’ê serdana saziyên elewiyan kir 2022-07-27 18:27:40   ÎZMÎR - Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê di çarçoveya xebatên “Ji bo civaka elewiyan hemwelatibûna wekhev” serdana saziyên elewiyên li Îzmîrê kirin û destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkên elewiyan bi hemwelatibûna wekhev re pêkane.” Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya xebatên xwe yên “Ji bo civaka elewiyan hemwelatibûna wekhev” de li navçeyên Balçova û Seferîhîsar ên Îzmîrê serdana saziyên elewiyan kir. Şandeya ji endama MYK’a HDP’ê Îdîl Ûgûrlû, endamên Meclîsa Partiyê Hacay Yilmaz, Tevfîk Kaçar, parlamenterên HDP’ê Kemal Bulbul, Hevserokê HDP’ê yê Îzmîrê Çinar Altan pêk dihat ewilî serdna Komeleya Bektaşî ya Elewiyan a li navçeya Balçovayê kirin. Endam û rêveberên komeleyê şandeya HDP’ê pêşwazî kirin. Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul ê di dema serdanê de axivî, destnîşan kir ku bi Makeqanûna 12’ê Îlonê wekhevî nikare were pêkanîn û wiha got: “Li Tirkiyeyê 9 caran makeqanûn hatiye çêkirin. Di yek ji van de jî fikrên gel nehatine pirsîn û gel tev lê nehatiye kirin. Di tu makeqanûnan de ji bilî tirkbûnê qala nasnameyên netewên din nehatiye kirin. Heta ku makeqanûna 12’ê Îlonê neyê çirandin em nikarin bibin hemwelatiyên wekhev.” MAKEQANÛNA NÛ Bulbul, bi lêv kir ku ji bo hemwelatîbûna wekhev divê pêvajoyeke makeqanûneke nû were destpêkirin û anî ziman ku divê ji hemû nasnameyên ku behsa wan tên kirin re, bernameyeke perwerdehiyê ya bi zimanê dayikê bê avakirin. Bulbul, da zanîn ku ji komkujiya Koçgiriyê ve elewî bi polîtîkayên sirgûn û komkujiyê re rûbirû ne û got: “Darizandina yek ji van komkujiyan jî li gorî hiqûqê nehate kirin. Divê di bingeha daxwaza hemwelatîbûna wekhev de ev dosya ji nû ve bên vekirin, li gorî pîvana hiqûqa navnetewî darizandin bên kirin.” HEM WELATÎBÛNA WEKHEV Bulbul, anî ziman ku ji bo civaka elewiyan xizmeta wekhev nayê kirin û wiha berdewam kir: “Neqebûlkirina îbadetxaneyên civaka elewiyan a di bingeha qanûnan de binpêkirineke maf a cidî ye. Divê elewî dema ber bi 2023’yan ve diçin têkoşîna hemwelatîbûna wekhev bilind bikin.”      LI SEFERÎHÎSARÊ JÎ SERDANA ELEWIYAN KIRIN Şandeyê pişt re li navçeya Seferîhîsarê serdana Komeleya Çandê ya Elewiyan kir. Şandeya li vir ji aliyê rêveberên komeleyê û welatiyan ve hate pêşwazîkirin, li ser hemwelatîbûna wekhev axaftin kirin. Bulbul ê pirs û pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin, dest nîşan kir ku bi têkoşîna hemwelatîbûna wekhev ev dikarin bên çareserkirin.