Xelkê Amedê: Qetlîama Zaxoyê hovîtî ye 2022-07-28 09:03:53 AMED - Xelkê Amedê bertek nîşanî Qetlîama Zaxoyê dan, qetlîamê wekî “hovîtî” pênase kirin û gotin: “Tirkiye hewl dide tevgera azadiya kurd têk bibe, lê tiştekî wiha ne mimkin e.”  Di 17’ê Nîsanê de Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve dest bi êrişan kirin. Şerê li herêmê diqewime sê meh û nîv li pey xwe hişt. Heta niha Tirkiyeyê gelek caran çekên kimyewî li dijî herêmê bi kar anî û bi sedan dever bombebaran kiriye. Yek ji van cihan jî seyrangeha li gundê Perex ê bi ser navçeya Zaxoyê ve ye. Tirkiyeyê di 20’ê Tîrmehê de qada seyrangeha gundê Perexê topbaran kir û di encamê de yek jê pitik 9 geştiyarên ereb jiyana xwe ji dest dabûn û 23 kes jî birîndar bûbûn.  Her çiqas Tirkiye vê qetlîamê qebûl neke jî di serî de raya giştî ya kurd û ereb û gelek welatên cîhanê qetlîam şermezar kirin û diyar kirin ku qetlîama hatiye kirin nayê qebûlkirin.    Rixmê qetlîamê Zaxoyê desthilta PDK dîsa sekna xwe li hemberê Tirkiye nerm girt û bertek nişan neda , ev yek jî îttîfaka PDK-AKP-MHP dîsa nîşanê gel da.  Xelkê Amedê têkildarî qetlîamê nêrîna xwe anî ziman û bertek nîşanî qetlîamê dan.    Welatiyê bi navê Mehmet Yildirim bi lêv kir ku berpirsyariya Qetlîama Zaxoyê Tirkiye ye û wiha got: “Ew bûyera ku hat kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bêdengî qebûlkirina êrişê ye. Barzanî jî kurd e heke alikariya wan êrişan neke, dê pêk neyên. Dan û standina bêhna me jî ji Tirkiyeyê re zêde tê. Dixwazin ku em dest ji axa xwe berdin û lê ew çi jî bikin em ê dest ji kurdbûna xwe bernedin. Divê em bibin yek. Dema em bibin yek kes bi me nikare.”    ‘BILA MEQAMÊ MIN NEÇE LÊ BILA KURD BIÇIN’   Mûkrî Kandemir jî qetlîamê wek zilm û neheqiyê pênase kir û wiha axivî: “Kesên ku hatin kuştin sîvîl bûn. Her kes meseleya xwe bi kurdan dibe serî. Em vê yekê qebûl nakin. Barzanî fedî bikira hevkariya van êrişan nedikir. Armanca malbata Barzanî parastina berjwendiyên xwe ye û welatiyên sivîl dike qurbanên berjewendiyên xwe. Êrişên li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê tên kirin ji bo hilbijartinê ye. Di êrişan de xuya dibe ku Erdogan hesabê hilbijartinê dike. Ew çi jî bikin kurd naqedin, destilatdariya Erdogan xwe bi xwe dixapîne.”    ‘NIKARIN TEVGERA AZADIYÊ TÊK BIBIN’    Omer Fesîh Bekîroglû jî anî ziman ku nêrîna Barzanî û Tirkiyeyê wek hev in û provokasyonên tên kirin di nav hev de dikin û got: “Hewl didin ku Tevgera azadiya gelê kurd têk bibin. Lê tiştekî wiha ne mimkin e. Malbata Barzanî ji bo berjwendiyên xwe û Tirkiyeyê hin tiştan dikin. Lê kurd ji Dêrsimê heta başûr êdî neyarên xwe baş nas dikin.”    ‘WÊ NEXŞEYA ROJHILATA NAVÎN JI NÛ VE BÊXÊZKIRIN’    Bekîroglû da zanîn ku hişmendiya PDK li ser eşîrtiyê ye û welatparezî di hişê wê de nemaye û got: “Hişmendiya tevgera azadiyê li ser çar parçeyên Kurdistanê heye. Lê pergala PDK li ser berjwendiyên xwe ye û tenê dixwazin xwe xelas bikin. 100’emîn salvegera Lozanê ye. Nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve tê xêzkirin. 100 sal berê Kurdistan di nav faris, tirk û ereban de wek milkê wan hatiye parçekirin û nehiştine kurd bibin xwedî tiştekî. Heke kurd yekitiya xwe ava nekin dê sed salên din jî li mafên xwe bigerin. Hewce ye ku em yekitiya xwe ava bikin. Heke em ava nekin, em ê sed salên din jî bi paş ve biçin.”    Ozcan Çetîn jî bi lêv kir ku gelê kurd li her deverê tê kuştin û lê tişta ku li zora wan diçe birîndarkirin jî û kuştin jî bi destê kurdan pêk tê. Çetîn anî ziman ku divê êdî desthilatdariya Barzanî jî îro êdî bêj e, ‘bes e’ û êdî ew naxwazin li ser vê axê tu kes were kuştin.    ‘EV QETLÎAM HOVÎTÎ YE’    Abdûrrahman Kolay jî kuştina 9 sivîlan wek “hovîtî” pênase kir û wiha axivî: “Her sal bi hezaran mirov tên kuştin. Ev kuştin me diêşînin. Dixwazin bi vê hovîtiyê tevliheviyek çekin. Armanca vê îktidarê şer e. Li aliyê din jî îro li Kurdistanê qetlîam tê kirin lê mala Barzanî denge xwe nakin û hewce ye divê bigotana, “çawa ev mirov li herêma me hatin kuştin’. Lê xemsar tevdigerin. Îro hemû cîhan li ser qetlîamê diaxive, lê malbata Barzanî bêdeng e. Şer û êriş bi hevkartiyê tê kirin.”    ‘EM Ê HER HEBIN’    Nevzat Kaya jî destnîşan kir ku bi qasî ku hat tespîtkirin Qetlîama Zaxoyê ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kirin û wiha got: “Dewleta Iraqê jî dibêje qetlîamê Tirkiyeyê kiriye. Her alî dibêje ku Tirkiyeyê kiriye. Tirkiye û PDK şirîkê hevin. Lewma îro PDK li dijî qetlîama tirkan bêdeng e. Dixwazin kurdan biqedînin lê bila her kes baş bizanibe em kurd wê tu carî neqedin. Em ê her hebin û berxwedan jiyan e.”