Li Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin 2022-07-28 09:27:52 MÊRDÎN - Duh bi şev li çoltera Çiyayê Bagokê operasyonek leşkerî ya bi alîkariya helîkopteran dest pê kir û bi operasyonê ve girêdayî li hin gund û mezrayan qedexeya derketina derve hat ragihandin.    Li çoltera Çiyayê Bagokê yê bi navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve duh bi şev operasyonek leşkerî hat destpêkirin. Bi helîkopteran leşker sewqî Çiyayê Bagokê hatin kirin û bi operasyonê ve girêdayî li gundê Merbabê û mezrayên wê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li gor daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê belav kiriye, hat destnîşankirin ku qedexe dê heya daxuyaniya duyemîn berdewam bike.