Sayan ê AKP’î bi çekên lûledirêj li kolanên Agiriyê geriya 2022-07-28 09:33:08 AGIRÎ - Serokê Şaredariya Agiriyê Savci Sayan bi çekên lûledirêj li kolanên Agiriyê geriya û êrişî welatiyan kir.  Serokê Şaredariya Agiriyê Savci Sayan bi kesên çekên lûledirêj pê re bûn li kolanên Agiriyê geriya. Li gorî îdiayan, di navbera Sayan û xizmên wî û endamên malbata Yildirim de li ser firotina Agrisporê şer derket. Piştî şer jî parastvan û xizmên Sayan rahiştin çekên lûledirêj û li kolanên bajar bi çekan geriyan. Sayan, bi hinceta ku di şer de li xizmên wî hatiye xistin gilî kir. Dîmenên dema Sayan bi çekan li kolanan digere li ser hinek hesabên medyaya civakî hatin parvekirin.