Beriya civîna deynkirinê ya Şaredariya Akdenîzê endamên Meclisê yên HDP’yî hatin binçavkirin 2022-07-28 09:37:41 MÊRSÎN - Beriya civîna awarte ya Şaredariya Akdenîzê ku di bin rêveberiya AKP’ê de ye, endamên Meclisê yên HDP’yî hatin binçavkirin.  Li Şaredariya Navçeya Akdenîza Mêrsînê ya di bin banê rêveberiya AKP’ê de dê civîna awarte ya ku dê rayeya deynkirinê were nîqaşkirin bê lidarxistin. Beriya civînê endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’ê hatin binçavkirin. Polîsan serê sibehê bi ser malên endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’yî de girt. Balkêş e ku polîsan navê “paqijiyê” di operasyona binçavkirinê de aniye ziman.    Hat zanîn ku operasyon bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve hatiye destpêkirin. Di operasyonê de endama Meclisa Şaredariyê û di heman demê de Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kuş jî di nav de derbarê 31 kesan de biryara binçavkirinê hat derxistin. Polîsan di serdegirtina malan de kelûpelên malan serûbin kirin.    Hevseroka HDP’ê Bedriye Kuş, endamên Meclisa Şaredariyê Nuran Arslan, Mehmet Bîtkîn û Alî Tanriverdî jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin. Binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.    BERIYA CIVÎNÊ OPERASYON    Balkêş e ku operasyona binçavkirinê beriya civîna awaret ya şaredariyê hatiye kirin. Rayeya deynkirinê beriya niha jî hatiye rojevê û endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’ê dengên red dane.