Li Minbicê gorek komî hat dîtin 2022-07-28 11:36:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Minbicê gorek komî ku jin jî di nav de hene 29 cenaze hatin dîtin.    Li bajarê Minbicê yê bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve gorek komî ku tê texmînkirin cenazeyên di êrişê DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane hat dîtin. Gora komî ya ku nêzî avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hat dîtin, jin jî di nav de 29 cenaze jê hatin derxistin. Dema ku xebatkarên Şaredariya Gel a Minbicê xebata kanalîzasyonê dikirin cenazeyan dîtin û li ser vê yekê agahî dan tîmên tenduristî û ewlehiyê.    Hat diyarkirin ku ev gora komî ye. 29 cenazeyên ji gorê hatin derxistin nehat zanîn aydê kî ne û têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.    ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ    Li gorî lêkolînên hatin kirin derket holê ku ew kes bi îşkenceyê hatine qetilkirin. Şopên îşkenceyê li ser cenazeyan hatine dîtin. Tê gotin ev gor ji dema DAIŞ’ê serweriya xwe li wir dikir maye. Lê nehat zanîn kîjan salê pêk hatiye.    Ji bo karûbarên cenazeyan ji Desteya Tenduristiyê û bijîşkên Tiba Edlî pêk tên komîteyek hat avakirin.