Li herêma Omeriyayê operasyona leşkerî hat destpêkirin 2022-07-28 13:17:11   MÊRDÎN - Piştî Çiyayê Bagokê niha jî li herêma Omeriyayê operasyona leşkerî hate destpêkirin.    Artêşa tirk şevê din li Çiyayê Bagok ê Nisêbîn a Mêrdînê operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Bi operasyonê re li hinek gundan qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Li herêma Omeriyan a li çoltarê Nisêbînê jî bi tevlibûna sedan leşkeran operasyon hate destpêkirin. Hat ragihandin ku leşkeran mewziyên xwe li deverên nêzî jîngehan çêkirine.    Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê îdia kir ku li çoltarê Çiyayê Bagokê 3 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Çavkaniyên ji herêmê jî dan zanîn ku qada çoltarê di bin êrişê de ye.