Şandeya OHD’ê serdana ajansa me kir 2022-07-28 15:51:19   STENBOL - Şandeya OHD’a ya Şaxa Stenbolê bi armanca piştevaniya bi rojnamevanan re serdana ajansa me kir.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê serdana Ajansa Mezopotamya ya li Stenbolê kir. Hevserokên OHD’ê yên Şaxa Stenbolê Esra Bîlen û Gurkan Îsteklî û endamên OHD’ê Îbrahîm Bîlmez û Tahîr Demîrcî serdana ajansa me kirin. Xebatkarên ajansa me şandeya OHD’ê pêşwazî kirin. Şandeya OHD’ê di serdanê de bal kişand ser zextê li rojnamevanan zêde bûne û destnîşan kirin ku ew ê her tim li kêleka kedkarên çapemeniya azad bin.