Tevî îtîrazan jî dadgehê biryar da ku Tugluk hefteya pêş parastina xwe bike 2022-07-28 17:03:52 ENQERE - Şandeya dadgehê di Doza Kobanê de tevî nerazîbûnên “rewşa Tugluk a tenduristiyê baş nîne” jî biryar da ku Tugluk hefteya pêş parastina xwe bike.  Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 15’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, di roja sêyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.    Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danişînê de gelek parêzer, parlamenterên HDP’ê û gelek kesên din jî amade bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.   Di navbera danişînê de siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin vegeriyan girtîgehê. Di danişînê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak axivî. Kişanak wiha got: “Ev şahidê bi navê ABC123 Merdan, di îfadeya xwe ya bo we de gotiye ku nizane bê ka ez endamê kadroyê me yan na. Lê di dema lêpirsîna 25’ê hezîranê ya dozger Ahmet Altun de dibêje li Qendîlê ez dîtime. Her wiha di îfadeyê xwe yê bêusûl ê li dozgeriyê de ji bo min dibêje di sala 2015’an de parlamentera HDP’ê bû. Lê ez wê demê hevşaredar bûm. Bi vekirî derewan dike. Her wiha ez neçûm Qendîlê. Ji ber ku îfadeyên wî yên di 25’ê hezîranê de derew in, ez hewcehî pê nabînim ku tiştekî bibêjim. Em ê ji ber van derew û bêusûliyan serlêdanên sûc bikin. Ev îfade li ser hewldanên dozger Ahmet Altûn hatine dayîn. Ez gotinên xwe yên berê yên derheqê vî kesê bi navê ULAŞ ê îftîrakar de jî dubare dikim. Ji bo min dibêje kadro ye lê nabêje kengî û li ku derê bûme kadro. Ez van gotinan qebûl nakim. Dê derheqê van şahidên nepen de hewldanên me yên hiqûqî çêbibin. Tiştên ku bi van dayîn hînkirin dubare dikin. Ez tenê di dema pêvajoya çareseriyê de çûm Qendîlê. Lewma ev gotin bêbextî ne. Şahidê nepen A53 jî dibêje ku ez li Qendîlê dîtime lê nabêje bê ka kengî û çawa dîtiye. Êdî derewên şahidên nepen derketine holê. Li dijî siyaseta demokratîk kompasek di meriyetê de ye. Ev kes ne şahid lê xebatkarên kadro ne.”    ŞANDE DI MIKARA TUGLUK DE ISRAR DIKE    Piştî Kişanak jî parêzer Serdar Çelebî li ser SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û bertek nîşan da ku Tugluk hefteya pêş parastina xwe bike. Lê belê şandeya dadgehê bi hinceta “ATK dibêje ku dikare heta astekî parastinê bike” biryar da ku Tugluk hefteya pêş di danişînê de amade be û parastina xwe bike. Li dijî vê biryarê Çelebî got; “ATK’ê herî dawî rapor nivîsand û biryareke teqez neda. ATK’ê got ku ji bo biryarê divê mehek çavdêrî bê kirin. Dev ji parastinê berde, Tugluk di rewşeke wisa de ye ku nikare biaxive jî." Li ser vê yekê jî şandeyê got; “Heke ew nekare parastinê bike wê demê tu bike”  û îtîraza Çelebî red kir.   Şandeya dadgehê bi sedema nexweşbûna dadgerê endam, danişîn da sibe saet di 10.00’an.