ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-29 09:00:02     * Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy ku bertek nîşanî biryara derbarê betalkirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz da, got: "Saliha Aydenîz vîna me ya hilbijartî û Hevseroka Giştî ya DBP'ê ye û wê tim wisa be."   * Mewlûde Gungen a ji Cizîrê ji ber banga ji bo Meşa Gemlîkê li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê bi îdiaya "pesndayîna sûc û sûcdar" îfade da.   * Anka-Der ku lez daye xebatên xwe yên li ser kurdî, ji bo tevlîbûna kursên bêheq bang kir.    * Hestiyên ku li gundê Arabûk ê wekî "Baregeha JÎTEM'ê" ya Eşîra Bûcakê tê naskirin hatin dîtin, ji bo malbatên xizmên wan hatine windakirin bû hêvî. Birayê mezin ê nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû yê hat windakirin, anî ziman ku fikara wan ew e ku hestî hatibin windakirin.    * Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven diyar kir ku îşkence û zilma li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibe û got: “Helwesta partiyên muxalîf a li dijî zilma li girtîgehan mîna ya desthilatdariyê ye.”    * NobeDa Edaletê ya Malbata Şenşaşar dê di roja 508'emîn de berdewam bike.    * Meclisa Şaredariya Akdenîzê piştî binçavkirina 5 endamên Meclisê yên HDP'î, dê îro bi rojeva deyndarbûnê ya awarte bicive. (10.00)   * Danişîna 15'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Parlamentera Partiya Çep a Elman Gokay Akbulut ji bo piştevaniya biryara rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz dê li Amedê serdana Navenda Giştî ya DBP'ê bike. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê derbarê mitînga ku di 7 tebaxê de bi dirûşma "Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na" pêk bînin, li avahiyê partiya xwe dê daxuyaniya çapameniyê li dar bixe. (14.00)