‘Helwesta partiyên muxalîf a li dijî zilma li girtîgehan mîna ya desthilatdariyê ye’ 2022-07-29 09:03:23 AMED - Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven diyar kir ku îşkence û zilma li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibe û got: “Helwesta partiyên muxalîf a li dijî zilma li girtîgehan mîna ya desthilatdariyê ye.”  Zext û binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam in. Li rexekê li girtîgehan sepanên tecrîdê hene, li rexekî girtiyên nexweş û yên cezayên wan xelas bûyî nayên berdan, li rexa din jî hejmara mirinên bi guman a li girtîgehan zêde dibe. Li gel rewşa xerab a li girtîgehan jî Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag herî dawî îdia kir ku li girtîgehan îşkence nîne. Sekreterê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî îşkence û zilma li girtîgehan bi ajansa me re axivî.    Yakûp Guven anî ziman ku di sala 2021’an de li girtîgehan zêdetirî 50 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Hejmara îsal jî gihiştiye 40 kesan. Saziyên dewletê berpirsyarên girtîgehan in û heke kesek jiyana xwe ji dest bide divê lêpirsînê bidin destpêkirin. Bi vî awayî tê zelalkirin bê ka ew girtî bi xwe miriye yan berpirsyariya karmendan tê de heye yan na. Ji ber ku ew karmend berpirsyarên girtîgehan in. Ji ber sepanên li girtîgehê me di salên dawî de gelek serlêdan kirin. Lê lêpirsînên bibandor nehatin destpêkirin. Dozên hatine vekirin jî bi biryarên neşopandinê bi dawî bûn. Mixabin heke li girtîgehan tiştek biqewime jî mekanîzmayên hiqûqî nînin ku doz werin vekirin û berpirsyar bên darizandin.”     ‘TEVÎ KU ÎŞKENCE AŞKERA BÛ JÎ LÊPIRSÎN VENEKIRIN’   Bi domdarî Guven bi lêv kir ku li gorî serlêdanên bo wan hatine kirin, sepanên derhiqûqî yên li girtîgehan zêde bûne û ev tişt anî ziman: “Li ser serdanên malbatan em jî çûn girtîgehan. Şopên îşkenceyê yên li ser laşên girtiyan tê tespîtkirin lê derheqê serlêdan û giliyan de doz nayên vekirin. Nexweşxanê jî rapora derbkirinê nade girtiyan. Lewma lêpirsînên derheqê îşkenceyê de bêencam dimînin. Girtî ji ber îşkenceyan dixwazin ji sazî û komeleyan re nameyan bişînin lê dest danin ser van nameyan. Di çapemeniyê de jî aşkera bû ku îşkence hatiye kirin. Me jî gilî kir lê tu lêpirsîn nehatin vekirin.”    ‘POLÎTIKAYÊN NECEZAKIRINÊ RÊ LI BER ÎŞKENCEYÊ VEDIKIN’    Di berdewamê de Guven balkişand ser polîtîkayên necezakirinê û got ku ev polîtîka rê li ber îşkenceyan vedike. Guven, axaftina xwe wiha dom kir: “Gardiyan an jî leşker dema sûcekî dikin dizanin ku ceza lê nayê birîn. Ji damezirandina Tirkiyeyê heta niha ev polîtîka didome. Wezîrê Edaletê dibêje; ‘li girtîgehan îşkence tune ye.’ Ji her qewimînên li girtîgehan ew berpirsyar e. Ev sed sal in rayedarên vî welatî sûcên xwe qebûl nakin. Ew jî mîna wan sûcên xwe vedişêre. Gotinên wî bandorê li me û girtiyan nake lê li gardiyan û hêzên ewlekariyê dike. Dema ew van gotinan dike, gardiyan bêhtir îşkenceyê dikin.”    ‘MEDYAYA MUXALÎF LI DIJÎ ZILMÊ KOR E’   Guven, bal kişand ser bêdengiya çapemeniya muxalîf a li hemberî zexta li girtîgehan û wiha pê de çû: “Dema mijar dibe girtîgeh, xwe kerr û kor dikin. Ji bilî çapemeniya kurd, tu çapemeniyeke muxalîf li Tirkiyeyê nîne. Ji xwe nêzikatiya partiyên muxalîf û yên desthilatdariya heman nêzikatî ne. Sedema bêdengiya partî û medyaya muxalîf, nêzikatiya wan a li hemberî pirsgirêka kurd e. Heta nêrîna wan a ji bo pirsgirêka kurd neguhere jî dê tu carî dengê xwe ji îşkence û sepanên derhiqûqî re nekin. Lê mixabin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tu plansaziyeke wan xuya nake. Lewma hêviyên me ji medyaya muxalîf jî nîne.”    ‘HEWLDANÊN PARTIYÊN MUXALÎF NÎNE’    Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven axaftina xwe wiha qedand: “Tu hewldaneke partiyên muxalîf a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, pêşîlêgirtina îşkenceya li girtîgehan û binpêkirinên mafan nîne. Divê di van mijaran de gavên jidil biavêjin. Niha li girtîgehan girtiyên nexweş hene lê nayên berdan. Ev yek îşkence ye. Divê girtiyên nexweş di zûtirin demê de bên berdan. Desthilatdarî wezîrê edaletê ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinan tiştekî nakin. Gilî û lêpirsîn jî bêencam dimînin. Ev jî pirsgirêka heyî kûrtir dike. Daxwaza me ya ji desthilatdarî û wezîrê edaletê ew e ku girtiyên nexweş berdin, dawî li sepanên derhiqûqî û îşkenceyê bînin û îşkencekaran bidarizînin.”