Kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’ didome: Heta azadiyê dê çalakî berdewam bikin 2022-07-29 10:02:22   STENBOL - Siyasetmedar Nursel Aydogan diyar kir ku îktidara AKP-MHP’ê paradîgmaya Ocalan bi tecrîdê asteng dike û gel azadiya xwe di azadiya Ocalan de dibîne û heta dawiyê dê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di şertên tecrîda girankirî de tê ragirtin. 16 meh in xeber ji Ocalan nayê girtin. Ev yek rê li ber fikaran vedike. Her çiqas parêzer û malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Dozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin jî lê bersiva wan nayê dayîn. Ji bo azadiya Ocalan li çar hêlên cîhanê çalakî, şahî û nobed tê girtin.    Siyasetmedar Nursel Aydogan a li Ewropayê siyasete dike tecrîdkirin û azadiya Ocalan ji ajansa me re nirxand.    LI ROJHILATA NAVÎN AKTORIYA OCALAN    Aydogan anî ziman ku tecrîdkirina Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye û got: “Bi milyonan gelê kurd Ocalan wek vîna xwe qebû dike. Ocalan li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn aktorek girîng e. Divê ji bo vê yekê her kes li dijî tecrîdê denge xwe derxe. Tecrîda li ser Ocalan li ser tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê û civakê belav bûye. Ji bo aştî û çareserî pêk were divê êdî birêz Ocalan azad bibe.”    ‘PARADÎGMA BI BANDOR BÛ’    Aydogan diyar kir ku tecrîda girankirî ku li ser Ocalan tê kirin bi geşedanên Rojhilata Navîn ve girêdayî ye û bi taybetî hêzên empyeryalîst li dijî paradîgmaya Ocalan ku li Rojhilata Navîn rê li ber jiyanek nû vedike ye. Aydogan da zanîn ku ya ku gelên Rojhilata Navîn rizgar bike paradîgmaya Ocalan a di esareta Îmraliyê de li pêş xist û ev paradîgmaya wî bandorek mezin dike. Aydogan anî ziman ku azadiya Ocalan ji bo gelê kurd gelek girîng e û wiha got: “Di serî de ji bo gelê kurd û gelên wek suryan, ermen, tirk, keldanî, ereb û bîr û baweriyên din girîngiyê didin azadiya Ocalan. Çimkî azadiya birêz Ocalan wek azadiya xwe dibînin. Lewma azadiya birêz Ocalan dixwazin.”    ‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE’  Aydogan destnîşan kir ku gelê kurd ji Lozanê ve tê înkarkirin û îmhakirin û got: “Gelê kurd li dijî înkara hebûna xwe têdikoşe. Gelê kurd naxaze sed salek din jî bê statû bijî. Ji bo ev daxwaza statûya wan bê qebûlkirin divê pirsgirêka kurd were çareserkirin. Bi salane gelê kurd navnîşana çareseriyê Girava Îmraliyê nîşan dide. Lewma divê demildest tecrîd were rakirn û pêwîste ji bo birêz Ocalan muxatab bê girtin azadiya wî pêk were.”    HETA AZADIYÊ…    Aydogan da zanîn ku ji bo ku Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîlêgirtian Îşkenceyê li ser rewşa Ocalan raweste û biçe şertên Girtîgeha Îmraliyê kontrol bike zext li wan ten kirin. Aydogan destnîşan kir ku çalakî, şahî û xebatên wan ên ji bo azadiya Ocalan bi hemû lez û beza xwe didomin û wiha axivî: “Ji bo çareseriyek mayînde çalakiyên li Ewropayê didomin. Niha çalakiyên me bi dirûşma ‘Dem dema azadiya Ocalan e’ berdewam dikin. Ev ne kampanyayek e. Bi daxwaza ‘Êdî dema azadiya Ocalan hatiye’ çalakî tên kirin. Kurd û dostên xwe dibêjin heta em encam ji vê çalakiya xwe bigirin em ê li ber xwe bidin. Divê têkoşîn û berxwedana li dijî tecrîdê li her qadê berdewam bike. Lazim e qad vala neyên hiştin. Li dijî tecrîdê li seranserî Ewropayê çalakiyên azadiya Ocalan û statûya jibo Kurdistanê berdewam dikin. Em dibêjin wê her ev çalakî berdewam bikin. An azadî an azadî.”    MA / Ergîn Çaglar