Biryara Dadgeha Bilind a derheqê Doza 10’ê Cotmehê de: DAIŞ’î dikarin bên berdan 2022-07-29 10:55:28   ENQERE - Parêzer Nûray Ozdogan û Senem Doganoglû biryara Dadgeha Bilind a derheqê Doza Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de axivîn û gotin: “Derdekî dadgehê yê darizandina DAIŞ’ê nîne. Bi vê biryarê re dê DAIŞ’iyên ji ‘endamtiya rêxistinê’ dihatin darizandin bikarin bên berdan.”    Dadgeha Bilind bi biryara xwe ya derheqê Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê re komkujî weke “sûcekî li dijî mirovahiyê” nenirxand û daxwaza parêzeran a ji bo lêkolînkirina berpirsyartiya dewletê ya di komkujiyê de jî red kir. Dadgehê biryar da ku saziyên mitîng organîze kirin û beşdarî mitîngê bûne mexdûr nînin û ji bilî Erman Ekîcî ku bi sedema “sûcê li dijî mirovahiyê kiriye” dihat darizandin, cezayên bersûcên din erê kir.    Komîsyona Parêzeran a Doza Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê, ji destpêka roja doz hatiye vekirin heta niha li ber digere ku derheqê berpirsyartiya dewletê ya di komkujiyê de û têkiliyên DAIŞ’ê de lêkolîn bê kirin. Piştî biryara Dadgeha Bilind jî komîsyonê got; “Heta em nebêjin qediya, naqede.”    Ji parêzerên komîsyonê Senem Doganoglû û Nûray Ozdogan têkildarî biryara Dadgeha Bilind bi ajansa me re axivîn.    ‘FAÎLTIYA DEWLETÊ’   Parêzer Senem Doganoglû diyar kir ku ji cezayê li faîlan tê birîn zêdetir a girîng ew e ku rêbaza pêkanîna komkujiyê bê zanîn û wiha domand: “Ya girîng ew bû ku faîltiya dewletê ya di komkujiyê de derketa holê. Dadgeha Bilind di vê mijarê de derheqê sedemên me yên temyîzê de tiştek negotiye. Bi kurt û kurmancî red kiriye. Di biryara xwe de nîqaşa ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ nekiriye. Cezayê Erman Ekîcî ku ji vî sûcî dihat darizandin jî xera kir. Dixwaze ji sûcê ‘binpêkirina pergala makeqanûnê’ îdianemeyek din amade bike û bi vê dosyayê re bike yek. Bi kurt û kurmancî ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ qebûl nekir. Gelek daxwazên me yên din ên derheqê kêmaniyan de hatine redkirin.”     ‘DÊ BI SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ NEYÊN DARIZANDIN’    Bi domdarî Doganoglû diyar kir ku ji destpêkê heta niha di dosyaya bersûcên firarî de biryar hatiye dayîn ku ji bo sûcê li dijî mirovahiyê li benda biryara Dadgeha Bilind bê sekinandin û wiha pê de çû: “Dadgeh dê niha li dijî biryara xerakirinê danişînê veke. Bi kurt û kurmancî Dadgeha Bilind dibêje ‘ji sûcê li dijî mirovahiyê nedarizînin.’ Dadgeh jî dê bi keyfxweşî li gorî vê biryarê tevbigere û biryara xwe li gorî wê bide. Saziyên ku mitîng amade kirine û kesên yekser an jî neyekser ji komkujiyê bandor bûyîn jî xwestin tevli dozê bibin lê Dadgeha Bilind ev daxwaz red kir. Me digot; ‘darizandina DAIŞ’ê ya bêkirde.’ Dadgeha Bilind jî bi biryara xwe hewl da me ji kirdebûnê derxîne. Gelek kêmanî di dosyayê de hene. Ji bo bê zanîn bê ka DAIŞ’ê heta roja vê komkujiyê xwe çawa birêxistin kiriye firsendek bû. Ronîkirina pêvajoya cotmeh-hezîran-mijdarê ji bo dosyayên komkujiyên yên din jî girîng bû. Lê Dadgeha Bilind got; ‘Ez ê vê firsendê nedim we.’”    ‘DÊ HINEK BERSÛC BÊN BERDAN’   Di berdewamê de Doganoglû got ku dê bersûcên ji “endamtiya rêxistinê” tên darizandin piştî biryara Dadgeha Bilind bikarin ji girtîgehê derkevin û ev nirxandin kir: “Faîlên weke Abdulhamît Boz ku bi dehan sala ye avadaniyên cîhadiyan xweyî dike dê bikarin derkevin. Dê biryar di nava hefteyekê de biçe ber destê dadgehê û ev bersûc dê bikarin demekî kin de derkevin. Dê têkoşîna me bidome û em xwe ji bo pêvajoya Dadgeha Makeqanûnê (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) amade dikin. Heta ku em nebêjin ev doz qediya dê neqede.”    Parêzer Nûray Ozdogan jî bi lêv kir ku helwesta Dadgeha Bilind ji ya dagehê gelek cudatir nebû û ev tişt anî ziman: “Biryara Dadgeha Bilind ku nehişt sazî, sendîka û partî weke gilîker beşdarî dozê bibin, biryareke şaş e. Hewl da vê mijarê ji civakîbûnê derxîne û weke sûcekî şexsî nîşan bide. Pêkan e ku hemû gelên Tirkiyeyê bibin gilîker lê nehiştin amadekarên mitîngê û yên tev li bûne bibin gilîker. Ev biryar, biryareke li dijî hiqûqê ye. Her wiha hewl dide komkujiyê ji çarçoveya siyasî derxîne. Derdekî wan ê weke darizandina DAIŞ’ê nîne. Heke em qala darizandina DAIŞ’ê û têkiliyên wê binêrin, dê gelek saziyên dewletê jî bikevin ber. Dadgeha Bilind pêşî li vê girt. Dadgeha Makeqanûnê biryar dabû ku ji hêla berpirsyariya cemaweriyê ve jî bê lêkolînkirin. Me ev pêşkeş kir lê Dadgeha Bilind guh neda. Anku di çarçoveya sînorê desthilatdariya siyasî de ma.”    ‘BIRÎNDARIYÊN MANEWÎ RED KIR’    Herî dawî jî parêzer Ozdogan wiha got: “Dadgehê birîndariyên manewî qebûl nekir. Komkujiyê bi qadekî teng û fîzîkî bisînor digire. Her wiha nahêle berpirsyariya cemaweriyê bikeve rojevê. Weke komîsyona parêzeran me bi hûr û kûr daxwaznameyeke temyîzê pêşkeş kir. Me bi delîlan nîşan da ku gelemperiya kesên tên darizandin raste rast di komkujiyê de cih girtine. Lê Dadgeha Bilind guh neda daxwazname û delîlan. Cezayê kesên ji ber endamtiyê dihatin darizandin erê kiriye û daxwaza me ya bila ji komkujiyê bên darizandin red kir. Derheqê daxwaznameya me de jî tu nirxandin nekiriye. Ev biryar di demekî kin de kirin. Derheqê têkiliya vê komkujiyê ya bi komkujiyên din re tiştek nehatiye gotin. Dadgeha Bilind bi vê biryara xwe re ji dadgeha herêmî re got; ‘di nava van sînoran de bidarizîne.’ Lewma jî biryarekî hiqûqî û bi edalet nîne.”    MA / Zemo Aggoz