Serokê Agrisporê: Savci Sayan pereyê klûbê bo xwe hilgirt 2022-07-29 11:32:17   AGIRÎ - Serokê Klûba Agri 1970 Sporê Mehmet Yildirim diyar kir ku rêveberiya Savci Sayan a AKP’î pereyê li ser navê klûbê hatiye komkirin bo xwe hilgirtiye û wiha got: “Zilmê li xelkê dikin. Divê îstîfa bike.”    Serokê Klûba Agri 1970 Sporê Mehmet Yildirim li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û da zanîn ku cîgirê Serokê Şaredariya Agiriyê Savci Sayan li dijî wan çek rakiriye. Yildirim, diyar kir ku cîgirê Sayan li pêşiya kargeha wan li dijî wan çek rakiriye û berê çekan daye birayên wî. Bi domdarî Yildirim destnîşan kir ku piştre jî Sayan li gel xizmên xwe hatiye pêşiya dikana wan û wiha axivî: “Savci Sayan hemû sponsoriyên ji bo Agrisporê dihatin asteng kir. Dest danî ser tevahiya pereyê ji bo klûbê li hesabên banqeyê hatiye razandin.”    ‘ZILMÊ LI GEL DIKE’   Yildirim, got ku Sayan zilmê li gel dike û ev tişt anî ziman: “Divê gel êdî ji vê zilmê re bibêje ‘bes e.’ Hemû kes ji Savci Sayan ditirse. Ev mirov zirarê dide her tiştekî. Kompasker e, derewîn e û li sûkê bi çekan digere û hewl dide gel bitirsîne.”   ÎDIAYÊN DERHEQÊ SAYAN DE   Yildirim, derheqê Sayan de her wiha ev îdia kirin:   “* Midûrê min ê klûbê ev saleke li Şaredariya Agiriyê girtine kar. Bûye memûrê bankamatîkê. Ji ber ku ziyan gihandine malê cemaweriyê, dixwazim derheqê Şaredariya Agiriyê de lêpirsîn bê destpêkirin.    * Midûrê Klûba Agri Sporê Kerem Adiguzel bi şertê ku hemû agahî û belgeyên Agri Sporê heftane weke raporekê bide cîgirê serokê şaredariyê Ahmet Tunç girtine kar.    * Ji roja destpêkê ya Kerem Adiguzel dest bi kar kir heta niha hewl da di nava klûbê de kêmaniyan derxîne. Diviya bû sîgorteyên lîstikvanan beriya peymanê bihatina çêkirin lê wî mehekê vehêla ye.    * Ji 16 lîstikvanên me yên sîgortaya wan dereng hatine çêkirin 8’an jê doz li me vekirin, peymanên xwe fesh kirin û bêyî ku îsal bilîzin, heqê xwe yê peymanê girtin. Bi vê wesîleyê jî klûba me 2 milyon lîreyan zirar kir.   * Çar lîstikvanên ku di tîma 11’an de dilîstin, di maçên Agri Sporê yên li sehaya xwe de maç firotine.    * Savci Sayan û koma wî li hemû muxatabên sponsoriyên li ber îmzekirinê geriyane û ev sponsorî betal kirine.    * Di bernameya piştgiriyê ya walîtiyê de hinek karmendên me soza piştgiriyê dane lê Savci Sayan û koma wî li xizmên van kesan geriyane û ev piştgirî dane betalkirin.    * Di bin sîwana şaredariyê de li ser navê ruxseta Agri Sporê pere hatiye komkirin û ev pere li hesabên me nehatine razandin. Cîranê min bi xwe Abdullahogûllari 70 hezar TL pere şandiye hesaba ku Ahmet Tunçe daye, ev pere weke ku me girtibe hatiye hesibandin lê wan bi xwe ev pere girtiye.    * Savci Sayan li ser hesaba xwe ya twîtterê gotiye ku ew di dema bûyera duh de li wir nebû. Derewan dike. Ew bi xwe li wir û wî ev şer da destpêkirin. Ajokarê wî ew li wesayîtê siwar kir û ji wir reviya.    * Divê Savci Sayan û koma wî di zûtirin demê de îstîfa bikin. Divê sozên li pêşiya çapemeniyê hatine dayîn bigirin û hema carekî jî be bila seknekî bişeref nîşan bide û îstîfa bike.”