4 sal in lêpirsînek bibandor nehatiye kirin 2022-07-29 13:32:50   WAN- Malbat û parêzerê endezyarê jeolojiye Serhat Îhsan Dîcle ku di teqînek sala 2018’an de li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, bi hêceta ku lêpirsînek bibandor nehatiye kirin, serî li ÎHD’ê da.    Li zozanên gundê Şîvelan ê bi ser Colemêrgê di 19’ê tebaxa 2018’an de di projeya gola avdaniyê de teqîn rû dabû û endezyarê jeolojiye Serhat Îhsan Dîcle jiyana xwe ji dest dabû. Bavê Dîcle, Alî Îhsan Dîcle û parêzer Huseyîn Elîş bi hêceta ku dozgeriyê lêpirsînek bibandor bi rê ve nebiriye serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê da û li avahiya komeleyê daxuyaniya çapemeniyê dan. Serokê ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş jî tev li civînê bû.    DAXWAZA LÊPIRSÎNEK BIBANDOR    Karataş diyar kri ku mafê herî bingehîn ê mirovan mafê jiyanê ye û ev maf gelek bi hêsanî li Tirkiyeyê tê binpêkirin.    Alî Îhsan Dîcle jî anî ziman ku wî ji bo lêpirsîna bibandor a lawê xwe serî li hemû saziyan daye û lê bersiva wan nehatiye dayîn. Dîcle da zanîn ku li gel ev 4 sal in bi ser bûyerê re derbas bûye jî bûyer nehatiye ronîkirin û got: “Ez dipirsim, kî lawê min kuşt?”    Parêzer Huseyîn Elîş jî paşê metna daxuyaniyê da û û destnîşan kir ku lêpirsîn hê jî didome û lê dozgeriyê heta niha lêpirsînek bibandor bi rê ve nebiriye.