TMMOB: Avahiyên li Sûrê pêşkêşî sermayeyê hatin kirin 2022-07-29 20:13:02   AMED – TMMOB a Şaxa Amedê têkildarî avahî û dikanên ku li navçeya Sûrê hatine çêkirin û ne li gor tevna dîrokî ya navçeyê ne got: "We hilweşand û li şûna wan avahiyên sosret çêkirin, lê niha hûn nikarin van avahiyên sosret biparêzin jî."    Desteya Koordînasyona Amedê ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) têkîldarî xanî û dikanên ku piştî hilweşandina navçeyê bi awayekî dijberî tevna Sûrê hatine çêkirin li Kolana Yenîkapi ya Sûrê daxûyanî da. Endemên TMMOB'ê û welatî tev li daxûyanî bûn. Di daxûyanî de pankarta li ser ‘Li Sûra dîrokê qirkirin didome" nivîsandî hat vekirin.    Hevserokê Odeya Mîmaran a Şaxa Amedê Ferît Kahraman daxûyanî xwend.    Karman bibîr xist ku di sala 2015-2016'an de Sûr hatiye hilweşandin û biryara ‘îsîmlaqkirina lezgîn" hatiye dayîn û got: “Hema hema tevahiya nava Sûrê hat îstîmlaqkirin. Bi hezaran xanî hatnz hilweşandin û tu raporên tescîlê esas nehatin girtin. Bi deh hezaran meriv ji ber wan hilweşandinan koç kirin û ew yek pêvajoyek neyînî da destpêkirin. Di heman demê de xanî û dikanên hatine çêkirin jî li gor tevna bajêr nehatine çêkirin."   ‘SÛR JI BO SERMAYEDARAN BÛ RANTEKE MEZIN'    Kahraman diyar kir ku jinûveavakirina Sûrê ji bo sermeyaderan bûye ranteke mezin û got: “Îro li kolana Yenîkapi dîrok û ahenga avahiyan nemaye. Di heman demê de sermaye ketiye vira û xwediyê van avahiyan ji vir hatine derxistin. Çand û cîvaka Sûrê hat parçekirin, bîra wan deran hat tunekirin û demografî hat guherandin. Berê xelkê Sûrê ku li kolana Yenîkapi esnaftî dikir û dikanê wan hebûn. Ew der hatin hilweşandin û niha 52 dikan ji aliye Emlak Yonetîm Hîzmetî Tîcaret A.Ş. ve ketine ber îhaleyê."    Kahraman destnîşan kir ku piştî îhaleyê avahiyên nelihevhatî derketine holê û ji berpirsiyaran re got: “We hilweşand û li şûna wan avahiyên sosret çêkirin, lê niha hûn nikarin van avahiyên sosret biparêzin jî."