Ocalan: Dê feraseta ku tecrîdê rewa dike têk biçe 2022-07-30 09:03:36 RIHA - Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan ku dixwaze Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava şert û mercên azad de siyasetê bike diyar kir ku sedema krîza aborî ya di rojeva muxalefetê de tecrîd e û lewma divê qala tecrîdê bike. Ji 25'ê Adara 2021'ê ku telefonê bi xwe Mehmet Ocalan re axivîbû, xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Her wiha serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Ataş ên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de jî nayên bersivandin.  Hevdîtinên berê yên bi parêzeran û malbatê re bi hinceta "keştî xerabe ye" û "rewşa hewayê nebaş e" dihatin astengkirin, di salên dawî de bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin.    Serlêdana malbatê û parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re di 7'ê Hezîranê de hat kirin, bi hinceta "qedexeya hevdîtinê ya nû" hatibû redkirin. Parêzerên Ocalan û girtiyên din di 16 mehan de 201 serlêdan û malbat jî 70 serlêdan kirine ji bo hevdîtinê. Piraniya serlêdanan nehatin bersivandin û gelek serlêdan jî bi hinceta "cezayê dîsîplînê" hatin redkirin.    Her wiha berteka civakî ya li dijî tecrîda li Îmraliyê jî didome. Di 11-12'ê Hezîranê de bi hezaran kes bi dirûşmeya "Em ber bi Gemlîkê ve dimeşin" li gelek bajaran bertek nîşanî tecrîdê dan û doza azadiya fîzîkî ya Ocalan kirin.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan ku di heman demê de biraziyê Ocalan e, israra hikûmetê ya di tecrîdê de û daxwazên li dijî tecrîdê nirxandin.     BÊHIQÛQÎTIYA LI ÎMRALIYÊ   Ocalan diyar kir ku ew bi tecrîda girankirî re rû bi rû ne û destnîşan kir ku hemû hiqûqa neteweyî û navneteweyî li Îmraliyê hatiye rawestandin. Ocalan anî ziman ku li Îmraliyê rêbaza "şerê taybet" tê pêkanîn û got: "Li wir qanûnên taybet ên nenivîsandî hene. Ger em rabin binirxînin em ê nikaribin ji nav derkevin. Ev bêhiqîqîtî û dijqanûnî ye. Girava Îmraliyê bi rêbazeke îllegal û derqanûnî tê birêvebirin û îdarekirin. Berê jî tecrîd bi mehan û hefteyan dewam dikir. Lê belê ji sala 2011'an û vir ve veguherî rengekî pir cuda. Ji ber vê yekê em tecrîdê wekî beriya Tîrmeha 2011'an û piştî wê ji hev cuda dikin. Ji ber ku piştî Tîrmeha 2011’an pareêzer nikaribûn hevdîtinê bikin. Tecrîd li derveyî hiqûq û siyaseta Tirkiyeyê ye, tew meriv dikare bibêje di ser hiqûq û polîtîkaya dijminatiyê re ye. Desthilat û dewlet ji bo xespkirina mafên birêz Ocalan bi hêrseke mezin û dijminatiyeke mezin hereket dikin."    MODELA SRÎ LANKAYÊ   Ocalan diyar kir ku piştî bidawîbûna pêvajoya diyalogê ya ku di navbera salên 2013-2015'an de ji aliyê Serokkomar Erdogan ve di bin navê "çareseriyê" de hat meşandin, tecrîd derbasî qonaxeke cuda bû û got, piştî vê dîrokê "Plana Çokşikandinê" ya di Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) di Cotmeha 2014'an de biryara wê hat dayîn ketiye meriyetê.    Ocalan mirin, qedexeyên derketina derve û koçberiyên piştî sala 2015'an rûdan û wekî "Modela Srî Lanka" tên wesifandin bibîr xist û got: "Li ser birêz Ocalan ku wekî seraktorê siyasetê û sermuxatabê çareserkirina meseleya kurd tê dîtin û 3 girtiyên din versiyoneke cuda ya Modela Srî Lankayê hat pêkanîn. Modeleke Srî Lankayê ya bi du awayan tê pêkanîn heye. Yek jê li derve, ya din jî li Girtîgeha Îmraliyê. Li wir dest pê kir û li hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê belav bû."   'TOL TÊ STENDIN'   Ocalan wiha got: "Li girtîgehan mirov bi awayekî bi guman dimirin. Polîtîkayên dewletê û tahde bênavber dimeşin. Modela Srî Lankayê, mehek berê piştî ku rêvebiriya wir îflaskirina xwe ragihand hilweşiya. Dibe ku em bibêjin ev ji ber sedemên aborî ye. Niha tevahiya Srîlankayê bi encama komkujiya hat serê gelê Tamîlê re rû bi rû ye. Niha hemû kesên li Srî Lankayê êşa wê dikişîne. Tirkiyeyê jî ev model ji xwe re esas girt, lê hewldana pêkanîna vê modelê bi têkoşîna gelê me û partiya me û berdêlên giranbuha hat pûçkirin. Lewma desthilat tolê ji birêz Ocalan hiltîne."   Ocalan bal kişand ser bertekên li hemberî tecrîdö û Meşa Gemlîkê û anî ziman ku piştî bertek zêde bûne derdora desthilatê xwestiye "têgihana pêwendî bi Ocalan re tê danîn" biafirîne. Ocalan got: "Lê belê tecrîdeke mezin li ser birêz Ocalan heye û ev yek dewam dike. Tu agahî jê nayên girtin. Bi salan e parêzer û malbata wî nikarin biçin cem wî. Lê hikûmet û muxalefet hewl didin têgihanekê biafirînin. Rastiyek heye, ew jî desthilat û feraset tecrîdê û meseleya kurdî bi hilbijartinê ve girêdidin. Em dizanin ev tê teşhîrkirin. Tecrîd heye û ev tecrîd bi meseleya kurdî ve eleqedar e. Birêz Ocalan tenê di şexsê xwe de nayê tecrîdkirin. Tevî xwe rastiyek heye ew jî tevger û gelê ku ew pêşengiya wan dike."    'MUXALEFET NEWÊREK E'   Ocalan anî ziman ku muxalefeta sereke newêre bibêje "Em dixwazin hiqûq û destûra bingehîn bê pêkanîn ji bo girtiyan û yên li derve." Ocalan destnişan kır ku muxalefet li şûna vê gotinê hewl dide ferasetekê biafirîne û got: "Yê herî zêde li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li ber xwe dide birêz Ocalan e. Nedîtina vê handîkapeke mezin e. Çima her du alî di girtina deriyên Îmraliyê de israr dikin? Divê hikûmet û muxalefet vê yekê baş zanibin: Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke sotîner e. Ji ber meseleya kurdî bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane, xwîn dirije, mirov dimirin. Ez vê yekê bêyî ferqê têxim navbera wan dibêjim. Her roj êrişê dibin ser Rojavayê, li Zaxoyê sivîl tên kuştin. Lê li hemberî vê yekê rastiyek heye; xwe li korbûn, lalîtî û kerbûnê datînin. Em vê yekê şermezar dikin. Desthilat û muxalefeta ku vê yekê daxilî rojevê nakin nikarin tu tiştî li vî welatî zêde bikin. Ji bo pirsgirêkên vî welatî pêdivî bi polîtîkayên radîkal heye. Meseleya kurdî ne ew meseleye bibe qurbana demagojiyê û hilbijartin."    Ocalan destnîşan kir ku pirsgirêka kurd a bi tecrîdê ve girêdayî di qada navneteweyî de jî tê nîqaşkirin û ji danûstandinên ku ji bo endamtiya NATO'yê ya her du welatan şertê meseleya kurdî û detskeftiyên kurdan hatibû danîn bibîr xist. Ocalan got: "Di hevdîtina bi Joe Biden re rojeva sereke Rojava û kurd bûn. Di hevdîtina li Tahranê de jî rojev Rojava û kurd bûn. Ji bo wan ev rojev hema bibêje vediguherin kabûsekê û bêpolîtîkatiyê."    Ocalan bilêv kir ku Tirkiye bi neçareserkirina meseleya kurdî ji nava welêt ber bi derve ve "mirinê îxrac" dike û bal kişand ser komkujiya li Zaxoyê û got: "We bihîstiye ku hikûmet û muxalefetê derbarê komkujiya Zaxoyê de tiştek gotine? Mixabin negotin. Ji ber ku bi awayê komkujiyê baş dizanin û baş dizanin kê kiriye. Ev yek bi polîtîkaya wan a li ser kurdan ve girêdayî ye. Dixwazin Rojhilata Navîn veguherînin gola xwînê. Ew tecrîda li hundir didome, li derve wekî komkujiyê xwe dide der."    BANG LI MUXALEFETÊ KIR   Ocalan anî ziman ku divê partiyên muxalefetê qala tecrîdê bikin û got, çavkaniya pirsgirêkên aborî yên di rojeva muxalefetê de jî neçaresernekirina pirsgirêka kurd e. Ocalan detsnîşan kir ku "Ma sedema herî mezin a nebaşbûna aboriyê ne tecrîda li ser kurdan û Serok Apo ye?" û bal kişand ser newêrekiya muxalefetê. Ocalan got: "Em dixwazin dest ji van polîtîkayên bi pêşengiya AKP-MHP'ê bên berdan, birêz Ocalan di şert û mercên azad de, bi awayekî azad tevlî siyasetê bibe. Di gelê Kurd de rastiya rêbertiyê heye. Çawa dikarin vê yekê înkar bikin? Rêber û rêveberên ku xwedî paradîgmaya çareseriya pirsgirêka kurd in hene. Yek ji van pêşengên herî mezin jî Ocalan e."   Ocalan diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de "muxatabê rast", "rêbaza rast" û "şêwaza rast" rêgezên bingehîn in û got: "Divê ev mijar bi hilbijartinê neyê sînordarkirin. Em bi hesasiyeta hilbijartinê dizanin, lê kurd bi sedan sal in dîlgirtî ne. Sedema herî mezin a nefretkirina ji birêz Ocalan û pêkanîna bê tecrîdê ew e ku Ocalan li Rojhilata navîn modeleke alternatîf daniye meydanê. Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk qada jiyanê berpêşî hemû cudahiyan dike. Ev nayê hezmkirin. Naxwazin îradeya kurd, rastiya kurd qebûl bikin."   'DÊ KESÊN TECRÎDÊ REWA DIKIN WINDA BIKIN'   Ocalan bal kişand ser hewldanên li dijî tecrîdê û got, wan serî li gelek saziyên mafên mirovan û hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî dane. Ocalan van daxwazên li dijî tecrîdê wiha bi rêz kir: "Divê deriyê Îmraliyê demildest bê vekirin û em dixwazin nêrînên birêz Ocalan ên li ser gelê kurd, HDP, hikûmet û muxalefetê hîn bibin. Em malbat jî dixwazin hevdîtinê bikin. Em ji tu kesî jî ne li benda pêkanînek an jî îmtiyazek taybet in. Rewşa birêz Ocalan jixwe xurt e. Tu carî parêzer neçûne cem her 3 hevalên li cem wî, ew jî bi awayekî dijwar tên tecrîdkirin. Dê hewldanên me yên di vî warî de bidomin. Bi rêbaz û şêwazeke rast, bi muxatabekî rast dê pirsgirêka kurd di demeke kin de bigihêje qonaxeke çareseriyê. Dê ne esker ne jî gerîla jiyana xwe ji dest nedin. Em azadiya Serok Apo dixwazin û diyar dikin ku êdî gelê kurd dê şaşiyan qbeûl neke. Dê feraseta ku mirinê, tecrîdê û tasfiyekirinê ji bo siyasetmedarên kurd û pêşengên kurd rewa dike jî winda bike. Ji bo şikandina tecrîdê em ê têkoşîna xwe bidomînin."   MA / Ceylan Şahînlî