Li ber mala Yildirim ê ku xwest Sayanê AKP'î îstifa bike pevçûna çekdarî 2022-07-30 09:38:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku li ber mala Serokê Kulûba Sporê ya Agri 1970 Mehmet Yildirim ku xwestibû Şaredarê Agiriyê Savci Sayanê AKP'î îstifa bike, pevçûneke çekdarî rû daye.    Şaredarê AKP'î yê Agiriyê Savci Sayan tevî kesên ku çekên lûledirêj hilgirtin li nava kolanên bajêr meşiyabû. Piştî vê Serokê Kulûba Sporê ya Agri 1970 Mehmet Yildirim jî li ser hesabê xwe yê medyaya sanal diyar kiribû ku cîgirê Şaredarê AKP'î Sayan çek spartiye wan.    Duh hin kesên nasnameya wan a nediyar bi çekan êrişî mala Mehmet Yildirim kirine ku Yildirim xwestibû Şaredarê AKP'î Sayan îstifa bike. Hat diyarkirin ku li ber mala Yildirim pevçûneke çekdarî rûdaye.    Salîh Gergerlîoglû ku vîdeoya têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal belav kir, got: “Duh êriş birine ser mala Serokê Agrisporê Mehmet Yildirim ku Savci Sayan rexne kiribû û xwestibû îstifa bike! Li ber malê şer û pevçûn heye! Nasnameya êrişkaran hê nediyar e, lê ne zehmet e ku meriv texmîn bike. Du roj berê Savci Sayan bi çekan avêtibû ser marketa Yildirim û paşê Yildirim jî Sayan bi gendeliyê tawanbar kiribû. Ev yek rageşiya navbera wan zêde kiribû. Mehmet Yildirim qasek berê ev dîmen li ser medyaya sanal belav kirin."