Kesên li gundê Zêvkanê hatine binçavkirin sewqî edliyeyê kirin 2022-07-30 11:25:32 COLEMÊRG - Li gundê Zêvkan ê Geverê ji heman malbatê 6 kes hatibûn binçavkirin û li fermandariya cendirmeyan dihatin ragirtin. Her 6 binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin. Hat zanîn ku di çarçoveya operasyona li dora gund hatibû destpêkirin de leşkeran li deverên bilind ên gund fotokapan û mobese bi cih kirine.   Leşkerên artêşa tirk di 27’ê tîrmehê de li Gever a Colemêrgê bi ser gundê Zêvkanê de girt û ji heman malbatê 6 kes binçav kirin. Leşkerên ku gund xistin dorpêçê, gelek deverên gund kolandin. Piştre jî leşkeran xwe di saetên şevê de ji gund vekişandin û li qadên Gola Qaza, Bin Çiya û Kaniya Xwînê yên li çoltarê gundê Zêvkanê dest bi operasyona leşkerî kirin. Operasyona li herêmê hêj berdewam e û tê gotin ku li gelek deverên bilind ên gund fotokapan û mobese hatine bicihkirin.    Di encama serdegirtina gund de ji heman malbatê Kemal, Halît, Şivan, Mûrat, Nîhat û Şukru Polat hatibûn binçavkirin û li Fermandariya Cendirmeyan a Geverê dihatin ragirtin. Hat zanîn ku welatiyên binçavkirî piştî kar û barên îfadegirtinê yên li fermandariyê, sewqî Serdozgeriya Komarê ya Geverê hatin kirin.