Bi ser mala endamê PM’a HDP’ê de girtin: Li erdê kaş kirin û derb kirin 2022-07-30 11:44:27   STENBOL - Polîsên ku ji bo binçavkirina endamê PM’a HDP’ê Lîvan Orman çûn mala wan, deriyê malê şikandin, endamên malbatê derb kirin û li erdê kaş kirin. Bav Mehmet Orman dê giliyê polîsan bike.    Endamê Meclisa Partiyê (PM) ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Lîvan Orman di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de duh hate binçavkirin.    Di dema serdegirtina malê de Orman li malê nebû û malbata wî ji hêla polîsan ve hate derbkirin. Bavê Orman, Mehmet Orman da zanîn ku polîsan di saetên zû yên serê sibehê de beriya ku li derî bixin hewl dan bişikînin û wiha qala wan kêliyan kir: “Min hewl da derî vekim lê di wê navberê de derî şikandin û ez jî ketim erdê. Gotin ‘xwe li erdê dirêj bike’  û ez li erdê dirêj kirim. Di carekê de 20-23 polîs bi ser me de hatin. Ez li erdê hatim kaşkirin û pêhn li min dan. Ji ber derî heta odeya malê ez li erdê hatim kaşkirin. Li mil û pişta min xistin. Nêzikatiyeke dermirovî bû. Her ku me jê re digot; ‘hûn çima wiha dikin’ wan heqaret li me kir. Dema hevjîna min xwest bikeve navberê li wê jî xistin. Piştre jî lêgerîn kirin. Ji min pirsa kurê min kirin û min jî got nizanim. Dibe ku fermana lêgerînê hebe lê ma mirov bi vî awayî nêz dibe?”    HEQARET KIRIN    Bi domdarî Orman ev agahî dan: “Di dema lêgerînê de bênavber heqaret li me kirin. Her tiştê malê serûbin kirin. Pirtûk û alavên din belave kirin, texteyê li binê doşekê şikandin. Telefonên me jî ji me standin û çûn. Demek piştre geriyan û gotin ‘kurê we hatiye binçavkirin.’ Em jî çûn Midûriyeta Emniyetê ya li Cehdeya Vatanê. Lê nehiştin em bikevin hundir. Ez dixwazim kurê min û hevalên wî bên berdan.”  Orman da zanîn ku dê biçe nexweşxaneyê rapora derbkirinê wergire û giliyê wan polîsan bike.