Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abayay, Yildiz û Tepe pirsiyan 2022-07-30 12:22:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan li Amedê aqûbeta Mehmet Yildiz ê di bin çava de hatiye windakirin û li Îzmîrê jî aqûbeta rojnameger Ferhat Tepe pirsîn. Xizmên Windakiriyan li Êlihê jî xwestin ku kujerên rojnameger Çetîn Abayay ê di encama êrişa çekdarî de hatiye qetilkirin bên dîtin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” di hefteya 703’yan de domandin. Xizmên Windakiriyan çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin rakirin.    Di çalakiye de ewilî Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û bi lêv kir ku li bajarên Kurdistanê hestiyên mirovan dertên. Zeytûn, bi domdarî anî ziman ku tevî her astengiyan jî xizmên windakiriyan çalakiya xwe domand û wiha got: “Ji 24’ê tîrmeha sala 2015’an heta niha şerekî giran heye. Di encama şer de ji hêzên gerîla û yên dewletê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha xweza hat talankirin. Rêya bidawîkirina vî şerî, demokrasî û aştî ye.”      SERPÊHATIYA YILDIZ   Pişt re jî Endama Komisyona Xizmên Windakiriyan a ÎHD’a Amedê Derya Yildirim serpêhatiya Mehmed Yildiz vegot ku di sala 1992’an de li navçeya Pasûr a Amedê hatibû windakirin. Yildirim, anî ziman ku Mehmed Yildiz zewicî bû û wiha got: “Ji bo debara malbata xwe li Mêrsînê dixebitî. Ji bo serdana malbata xwe vegeriya Pasûrê û di wan deman de hate windakirin. Birayê Yildiz, Kemal Yildiz li Amedê qehwexaneyek dixebitand. Polîs çendek caran çûn qehwexaneyê, nasname jê xwestin û lêgerîn kirin. Li wir navê Mehmet Yildiz pirsîn. Li ser vê yekê jî Kemal Yildiz vedigere malê û birayê xwe agahdar dike. Mehmet Yildiz dema dibihîse polîs li wî digerin, ji Amedê derdikeve.”    Di berdewama axaftina xwe de Yildirim da zanîn ku Mehmet Yildiz di 22’yê tîrmeha sala 1994’an de dema ji Amedê ber bi Pasûrê ve dikeve rê, li ser rêya Hezroyê li gundê Karacakoy rastî noqteya lêgerînê ya cendirmeyan tê û wiha qedand: “Li vir tevî Mehmet Aktar û Mehmed Şîrîn tên binçavkirin. Leşker wan dibin Qereqola  Hezroyê. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Mehmet Yildiz nayên girtin. Malbata Yildiz ji bo dîtina wî her çiqas ketibe nava liv û tevgerê jî, tu encam bi dest nexistin.”    Xizmên Windakiriyan piştre jî çalakiya rûniştinê li dar xist.    ‘BILA KUJERÊN ÇETÎN ABAYAY BÊN DÎTIN’    Xizmên Windakiriyan û ÎHD’a Êlihê di hefteya 539’an a çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin rakirin û endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de serpêhatiya Nûnerê Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay hate vegotin ku di 29’ê tîrmeha sala 1992’yan de rastî êrişa çekdarî ya sê kesan hat û jiyana xwe ji dest da. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî serpêhatiya Abayay wiha vegot: “Çetîn Abayay, di destpêka meha gulana sala 1992’yan weke Nûnerê Rojnameya Ozgur Halkê yê Êlihê dixebitî. Gelek caran hate binçavkirin. Di 29’ê tîrmehê saet di 19.30’an de dema vedigeriya mala xwe rastî êrişa çekdarî hat. Êrişkarên ku ji wan du 18-19 salî û yek jî 25 salî bû, xwestin êrişî hevalê li gel wî jî bikin lê çekan wan nexebitî. Abayay, di êrişê de bi giranî birîndar bû û di 30’ê tîrmehê de li Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Amedê jiyana xwe ji dest da.”    LI ÎZMÎRÊ AQÛBETA TEPE HAT PIRSÎN   Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” ku du hefteyan carekî li dar dixin, li pêşiya Sumerbank a Kevin a li Konakê pêk anîn. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in xwedî lê derkevin” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatibûn vekirin. Çalakvanan aqûbeta nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe pirsîn ku di 28’ê tîrmeha sala 1993’yan de li Bêdlisê hatibûn binçavkirin û windakirin.    Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê parêzer Zafer Încîn pêvajoya windakirina Tepe ya di bin çavan de bi bîr xist û wiha got: “Em dixwazin ku zirxê parastinê yê li ser şêwirmendê avadaniya tarî ya ku SADAT jê re tê gotin were rakirin. Divê êdî zirxê parastinê yê li ser kesên sûc kirine bê rakirin. Bila kujer bên darizandin.”