Emîne Şenyaşar: Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye 2022-07-30 12:32:11 RIHA – Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne. Di çalakiya îro de malbatê li ser medyaya civakî bi hashtag a “#ARTIKDURDIYORUZ" ev peyam da: “Dê dîrok kesên malbata min li nexweşxaneyê qetil kirin û kurekî min jî 4 sal in di hefsê de dihêlin ji bîr neke.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kiryaran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 509’an de jî berdewam kir. Di dawiya hefteyê de deriyê edliyeyê girtî ye lewma malbatê çalakiya xwe li Pirsûsê li mala xwe domand.    DÊ DÎROK WAN JI BÎR NEKE    Malbatê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bi hashtaga  “#ARTIKDURDIYORUZ” ev peyam parve kir: “Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye. Berxwedana wê ye ku edaleta li Rihayê hatiye binaxkirin dîsa ji wir derxînin. Dê dîrok kesên malbata min li nexweşxaneyê qetil kirin û ev 4 sal in kurekî min di hefsê de dihêlin ji bîr neke.”