7 ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranîn 2022-07-30 13:11:59 KONYA - Heft endamên malbata Dedeogûllari ku di êrişa nîjadperest a li Meramê hatibûn qetilkirin, hem li ser gorên xwe û hem jî li malên xizmên xwe hatin bibîranîn.    Di 30’ê tîrmeha sala 2021’an de li Meram a Konyayê li dijî malbata Dedeogûllari êrişeke nîjadperest hat kirin û di encamê de ji heman malbatê 7 kes hatin qetilkirin. Di yekemîn salvegera komkujiyê de endamên malbatên li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di merasîma bîranînê de ji endamên malbatê ku ew tenê sax mabû Çetîn Dedeogûllari, xizmên malbatê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyan û gelek welatî amade bûn. Merasîma bîranînê li Goristana Saraçoglû hat kirin û ji bo rehmetiyan dua hatin kirin.    Piştî merasîma bîranînê ya li goristanê, kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin li malên xizmên xwe hatin bîranîn û mewlîd hate dayîn.    ÇI BÛBÛ?    7 endamên malbata Dedeogûllari di 30’ê tîrmeha sala 2021’an de li mala xwe ya li Meram a Konyayê ji hêla kujer Mehmet Altûn ve hatin qetilkirin. Di êrişa nîjadperest de ji malbatê Yaşar, Îpek, Serap, Metîn, Bariş, Serpîl û Sîbel Dedogûllari hatibûn qetilkirin.