Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temel serdana ajansa me kir 2022-07-30 13:56:13   WAN - Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tayîp Temel, bi armanca piştevaniyê serdana buroya ajansa me û Jinnewsê ya Wanê kir.   Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tayîp Temel, bi Hevserokên HDP'ê yên Bajar ên Wanê Handan Karakoyûn û Fîkret Dogan re serdana buroya ajansa me û Jinnewsê ya Wanê kir. Temel, di serdanê de diyar kir ku ji ber pêvajoya siyasî zext li partiya wan, derdorên muxalîf û çapemeniya azad tên kirin û wiha got: "Di vê pêvajoyê de bêyî ku tavîzan bide çapemeniya azad dinivisîne. Ev ji bo me û gelan tiştekî binirx e. Di hêla binpêkirinên mafan û îşkenceyên li ser sînor ên herêma Serhedê DE li Wanê rola çapameniyê girîng e. Ji ber vêzextên ser çapemeniya azad didomin. Herî dawî meha borî li Amedê 16 nrojnameger hatin girtin."   Rojnamegeran ji ber serdana wan spasiya Temel û heyeta pê re kirin.  .