Baroyên herêmê: Divê têkildarî Komkujiya Dedeogûllari pêvajoyeke bibandor a darazê bê destpêkirin 2022-07-30 13:58:04   AMED - Baro, rêxistinên hiqûqê û parastvanên mafên mirovan ên bakurê Kurdistanê bi wesîleya yekemîn salvegera Komkujiya Dedeogûllari ku 7 kes hatibûn qetilkirin, daxuyaniyeke hevpar dan û wiha gotin: “Divê meqamên darazê dawî li pratîka xwe ya necezakirinê bînin û derheqê komkujiyê de pêvajoyeke bibandor a darizandinê bidin destpêkirin.”    Baroyên Semsûr, Çewlik, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Mûş, Sêrt, Êlih, Riha, Şirnex û Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê bi wesîleya yekemîn salvegera Komkujiya Dedeogûllari ku di êrişa nîjadperest de ji heman malbatê 7 kes hatibûn qetilkirin, daxuyaniyeke hevpar dan.    Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin ku malbata Dedeogûllari bi salan rastî êrişên nîjadperest ên cîranên xwe hatine û ji ber ku pêşî lê nehat girtin, rê li ber komkujiyê hatiye vekirin. Bi domdarî hat destnîşankirin ku di nava 10 salan de derheqê êrişên nîjadperest de bergiriyên baş nehatin girtin, lêpirsîneke bibandor nehatiye destpêkirin û rê li ber komkujiyê hatiye vekirin. Bi domdarî ev tişt hatin ragihandin: “Malbata Dedeogûllari di 22’yê gulana 2021’an de careke din rastî êrişê hat û rastî heqaret û gefan hatin. Endamên malbatê jî di beyanên xwe de gotin ku wan êrişkaran ji malbatê re gotine; ‘em ulkucu ne û dê we kurdan ji vir tune bikin.’ Yaşar Dedeogûllari jî di îfadeya xwe de got; ‘di navbera me û van şexsan de ev 10 sal in rageşî heye. Sedema vê rageşiyê jî kurdbûna me ye.’”     'RAYEDARAN MIDAXALEYÎ DARAZÊ KIRIN’   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji destpêkê heta niha hem Serdozgeriya Komarê ya Konyayê û hem jî rayedaran ji bo ku bûyer neyê ronîkirin û kujer bi sedema êrişa nîjadperest neyên darizandin tevgeriyan. Vê helwestê jî rê li ber komkujiya 30’ê tîrmeha 2021’an vekir ku 7 kes hatin qetilkirin. Ji destpêka komkujiyê ve xuya bû ku êriş ji ber sedemên nîjadperestî hatiye kirin lê hem meqamên dadî û hem jî yên kargêrî di daxuyaniyên xwe de gotin ‘êriş ji ber sedemên nîjadperestiyê nehatiye kirin’ û bi vî awayî yekser midaxaleyî darazê kirin. Pêvajoya darizandinê jî li gorî vê teşe girt. Em dibêjin ku ev êrişa nîjadperest dikeve ber sûcê li dijî mirovahiyê û banga me li meqamên darazê ew e ku dawî li pratîka xwe ya necezakirinê bînin û derheqê bûyerê de lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin.”