Platforma Hezar Jinan a ji bo Aysel Tûglûk dê du rojan çalakiyan bike 2022-07-30 14:08:21   ENQERE - Platforma Hezar Jinan a ji bo Aysel Tûglûk, wê ji bo Aysel Tûglûk ku hat xwestin bi SEGBÎS'ê tev li Doza Kobanê bibe li ser medya sanal du rojan bi hashtaga “#AyselTuğlukaişkenceyeson” çalakî bide destpêkirin.   Platforma Hezar Jinan a ji bo Aysel Tûglûk, derbarê biryara heyeta dadgehê ya Doza Kobanê ku biryar dabû siyasetmedara girtî ya nexweş Aysel Tûglûk di 1'ê tebaxê de bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bibe de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyakirin ku Tûglûk ji ber nexweşiya xwe nikare bi tena serê xwe karên xwe yên rojane bike. Her wiha hat diyarkirin ku ji bo li dijî biryara dadgehê derkevin û demildest Tûglûk bê berdan di 30 û 31'ê tîrmehê de saet di 21.00'an de bi hashtaga “#AyselTuğlukaişkenceyeson” çalakî bikin û dîmenên ku amade kirine parve bikin.    Platformê, di dawiya daxuyaniya xwe de banga tevlîbûna dozê kir.