Tatlidede bû Serokê Şaredariya Artukluyê 2022-07-30 14:17:02   MÊRDÎN - Meclisa Şaredariya Artukluyê piştî îstîfaya Abdulkadîr Tutaşi îro civiya û Mehmet Tatlidede weke serokê şaredariyê yê nû hilbijart.    Serokê Şaredariya Artuklu ya Mêrdînê Abdulkadîr Tutaşi, di 26’ê tîrmehê de îstîfa kir. Meclisa Şardariya Artukluyê jî ji bo hilbijartina serokê nû îro civiya. Di Meclisa Şaredariyê de 20 endamên AKP’ê, 10 ên HDP’ê û yek jî serbixwe ye. Ji bo hilbijartina serokê şaredariyê hilbijartin hat kirin.    Serokê demkî yê Şaredariya Artukluyê Zeynel Abîdîn Toparli derheqê mijarê de daxuyanî da û got ku ji bo hilbijartina serokê şaredariyê yê nû civiyane. Berdevkê koma HDP’ê Mehmet Alî Amak jî da zanîn ku li şûna hevşaredarê DBP’î qeyûm hatibû şandin û îro jî bi heman zîhniyetê derheqê Serokê Şaredariya Artukluyê Tutaşi ku navê wî di gelek nelirêtiyan de derbas dibe bêyî ku lêpirsînek were kirin ji peywirê hatiye girtin. Amak got ku vîna gelê Mêrdînê hatiye îpotekkirin û îro tu vîneke meclisê nîne.    Ji bo serokatiya şaredariyê ji HDP’ê Medîne Aksoy û ji AKP’ê jî Mehmet Tatlidede bûn namzet.    Di encama hilbijartinê de Mehmet Tatlidede yê AKP’î bû Serokê Şaredariya Artukluyê yê nû.