Emîne Îpek piştî 30 salan hate berdan 2022-07-30 14:40:36 KOCAELÎ - Girtiya siyasî Emîne Îpek ku ev 30 sal bûn di girtîgehê de, piştî cezayê wê xelas bûy hate berdan.    Girtiya bi navê Emîne Îpek ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dihat ragirtin, piştî 30 salan cezayê wê xelas bûy hate berdan. Îpek, di sala 1992’yan dema 18 salî ji hêla Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ve hate darizandin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 30 sal cezayê hefsê lê hat birîn.    Piştî biryara girtinê jî şandina Girtîgeha Xarpêtê. Îpek, li gorî rêzê di girtîgehên Riha, Sêwas, Êlih û Çewlikê hate ragirtin. Herî dawî jî şandin Girtîgeha Jinan a Gebzeyê. Di vê pêvajoya 30 salan de Îpek gelek caran beşdarî çalakiyên greva birçîbûnê bû.     BI GULAN HAT PÊŞWAZÎKIRIN   Îpek li pêşiya girtîgehê ji hêla aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Dema Jinan e, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) ve bi gulan, çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin.    Hat zanîn ku Îpek dê heta demekî li Stenbolê bimîne û piştre jî derbasî cem malbata xwe ya li Pasûr a Amedê bibe.