Li Rihayê aqûbeta Şefîk Geçgel hat pirsîn 2022-07-30 15:11:59 RIHA - Mirov / Dayikên Şemiyê, di hefteya 905'emîn de çalakiya xwe ya ji bo xizmên xwe yên winda li Rihayê li dar xistin.  Mirov / Dayikên Şemiyê, di hefteya 905'emîn de çalakiya xwe ya ji bo hînkirina xizmên xwe yên winda û cezakirina faîlên wan ku her hefte li Stenbolê li dar dixistin, vê heftê li Rihayê li dar xistin. Çalakî li Şaxa Komeleya Mafê Miroan (ÎHD) a Riha hat lidarxistin. Di çalakiyê de pirsa aqûbeta 3 cenazeyên ku li gundê Arabûk ê navçeya Curnê Reş a Rihayê hatibûn dîtin û faîlên wan hat kirin.    Di çalakiyê de Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Summeyye Koç axivî û bi bîr xist ku xizmên windayan Hûseyîn Taşkaya, Nazim Babaoglû, Adnan Bagca, Faîk Kevcî, Ahmet Kalpar û Şefik Geçgel derbarê mijarê de di 25'ê tîrmehê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Curnê Reş dane û xwestine ku lêkolîna DNA'yê ya cenazeyên hatine dîtin bên kirin.    ŞEFÎK GEÇGEL   Piştî vê agahdarkirinê Koç, çîroka Şefîk Geçgel ku beriya 29 salan hatibûn windakirin vegot. Koç, da zanîn ku Geçgel (39) dema li gundê Yilanli yê navçeya Sêwêrekê jiyaya bi xizmên xwe yên cerdevan re pirsgirêka erd jiyaye û wiha got: "Dadgeh biryar da ku erd ê Şefîk Geçgel e. Lê xizmê wî Mehmet Geçgel bi armanca tolhildanê îxbar kir ku Geçgel PKK'yî ye. Di 11'ê mijdara 1993'an de Mehmet Geçgel bi kurên xwe yên cerdevan Sînan û Îbrahîm Geçgel, cerdevanên eşîra Bûcak û serpêl Ahmet Şenturk re bi ser gundê Yilanli re girt. Şefîk Geçgel û pismamê wî Hamo binçav kir. Dema ku ferdên malbatê îtîraza binçavkirineji wan re hatiye gotin ku wê piştî îfadeyê bên berdan. Lê piştî ku wan ji gund derdixin, ji wesayîtê pêya dikin û tevahiyê rojê îşkence li wan dikin. Piştre Hamo bi awayekî birîndar dihêlin û Şefîk Geçgel bi xwe re dibin."   DEWLETÊ BINÇAVKIRINA WÎ QEBÛL NEKIR   Koç, bi lêv kir ku ji roja ku wî birine ve agahî ji Geçgel nayê girtin û ev tişt anîn ziman: "Malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêwêrekê, Emniyeta Rihayê, Walîtiya Rihayê, Serfermandariya Giştî, Wezareta Edaletê da lê binçavkirina wî hat redkirin. Her wiha bavê Geçgel Îsmaîl Geçgel bi Serokê Eşîra Bûcak û Parlamenterê DYP'ê yê demê Sedat Edîp Bûcak re hevdîtin kir. Destpêkê Bûcak gotiye ku Şefîk di destê wan de ye û wê wî berdin û li ser israra pirskirinê gotiye ku radestî dewletê kirine. Hemû gilîkirinên malbata Geçgel bê encam mane. Dayika Geçgel di sala 2000 de bêyî ku aqûbeta kurê xwe hîn bibe jiyana xwe ji dest dide û hevjîna Geçgel Aliye Karakaya, zarok û xwişk û birayên wî hewldanên xwe yên hiqûqî didomînin."   Di dawiya axaftina xwe de Koç xwest ku lêpirsîn ji nû ve bê destpêkirin û got ku çend sal derbas dibe bila bibe wê ji bo windayên xwe doza edaletê bikin.    Piştre kekê Nazim Babaoglû Cemal Babaoglû jî ev tişt gotin: "Weke malbat bi salan e em li vî welatî doza edaletê dikin. Winda faîlî meçhûl in? Hemû li ser fermana leşker û cerdevanan hatine binçavkirin û careke din agahî ji wan nehatiye girtin. Ji raya giştî re weke 'Faîlî Mecçhûl' hatine ragihandin. Weke malbat em vê qebûl nakin. Tu kes ji wan jî ne faîlî mecçhûl e. Faîlên hemûyan jî diyar in."