Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê 2022-07-30 15:16:09 STENBOL - Rêveberê ÎHD’ê Ferît Barût da zanîn ku girtiyê nexweş Ahmet Dîzlek ku penceşêra mîde û lenfê pê re heye, xwe bi dîwaran ve digire û wisa tê hevdîtinê. Barût, xwest ku Dîzlek û hemû girtiyên nexweş bên tedawîkirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixin. Komîsyonê çalakiya xwe ya hefteya 540’an li pêşiya avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiyê de gelek parastvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û xizmên girtiyan jî amade bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatibû vekirin û beşdaran dirûşmên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Mirov bi mafên xwe mirov e” berz kirin. Her wiha di rûniştinê de dovîzên ku wêneyên gelek girtiyên rewşa giran li ser hatin vekirin. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ahmet Dîzlek ku li Girtîgeha Kandirayê tê ragirtin û tevî penceşêrên mîde û lenfê jî nayê tedawîkirin    Metna derheqê Dîzlek de ji hêla Endamê Lijneya Rêveber (YK) ê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Ferît Barût ve hate xwendin. Barût, diyar kir ku girtîgeh veguherîne navendên nexweşiyan û wiha got: “Mirov dikare bibêje ku veguherîne ‘malên mirinê.’ Girtî nayên tedawîkirin, mafên wan tên binpêkirin û terkî mirinê hatine kirin. Yek ji van girtiyên terkî mirinê hatiye kirin jî Ahmet Dîzlek e.”    ‘NABIN KONTROLÊ JÎ’   Bi domdarî Barût derheqê Dîzlek de ev agahî parve kirin: “Penceşêrên mîde û lenfê pê re hene. Di qurçikên wî de kîst çêbûye. Pir zêde kîlo dane lewma bi zorê xwe li ser pêyan digire. Tevî vê yekê jî tedawî û sexbêra wî tê paşguhkirin û mafê wî yê tedawî û tenduristiyê tê binpêkirin. Ahmet Dîzlek di sala 2016’an de hate girtin û demekî piştre nexweşiyên wî yên mîde dest pê kirin. Bi rêya dermanan heta demekî dirêj tedawiya wî hate vehêlandin û nebirin nexweşxaneyê. Piştî ku birin nexweşxaneyê û tetkîkên wî hatine kirin, bijîşkan got ku bi nexweşiya ulserê ketiye û dîsa şandin girtîgehê. Lê êşa mîdeyê wî roj bi roj zêdetir bû û tevî gelek israran jî nebirin nexweşxaneyê. Êdî êşa mîdeyê wî gihişt astekî wisa ku nema dikariya xwe li ber bigire. Li ser vê yekê jî neçar man ku di sala 2020’an de bibin nexweşxaneyê. Di encama tetkîkan de derket holê ku ulsera di mîdeyê wî de veguheriye penceşêrê û hat gotin ku divê were emeliyatkirin. Lê belê dest ji emeliyatê berdin, Dîzlek bi awayekî rêk û pêk nebirin kontrolê jî.    BIJÎŞK: EZ NIKARIM RÎSKÊ VÊ RÎSKÊ BIGIRIM   Hevjîna Dîzlek serî li ÎHD’ê da û agahiyên dawî yên derheqê hevjînê xwe de parve kir. Her cara ku Dîzlek nebaş dibe, ew birina beşa lezgîn a nexweşxaneyê yan jî li polîklînîkê derman kirine. Hevjîna wî çûye nexweşxaneyê û bi bijîşkê ku Dîzlek tedawî kiriye re axivî. Bijîşkî ji hevjîna wî re gotiye; ‘Em vî nexweşî naşopînin. Nikarim rîskê bigirim û wî emeliyat bikim.’ Got ku tevî ku rewşa vî girtî ewqas girane jî bi rêk û pêk nebirine kontrolê.    BI DÎWARAN DIGIRE Û WISA TÊ HEVDÎTINÊ   Dîzlek, di sala 2021’an de li ser israra bijîşkan hat emeliyatkirin. Piştî emeliyatê jî nekarî xwarina xwe bi rêk û pêk bixwe. Lewma gelek zeîf bûye. Di tetkîkên hatine kirin de diyar bû ku li ser gurçikên wî kîst çêbûye lê tevî vê yekê jî nehatiye dermankirin. Hevjîna Dîzlek da zanîn ku hevjînê wê gelek zeîf bûye û dema tê hevdîtinê jî bi dîwaran digire û wisa tê. Banga me li hemû peywirdaran ew e ku ji bo Dîzlek û hemû girtiyên nexweş bên tedawîkirin û mafên wan ên tenduristî û jiyanê bê parastin, bi berpirsyariya xwe rabin. Her wiha banga me ji bo raya giştî jî ew e ku bihestiyar tevbigerin.”