Qeymeqamê Hezoyê ji peywirê hat girtin 2022-07-30 15:25:49   ÊLIH - Qeymeqamê Hezoyê Eyup Gungor ku beriya 2 salan hatibû tayînkirin ji peywirê hat girtin.    Qeymeqamê navçeya Hezoyê ya Êlihê Eyup Gungor ji peywirê hat girtin. Derbarê mijarê de tu daxuyaniyeke fermî nehat dayîn. Gungor ku nêzî 2 salan e tayînî navçeyê hatiye kirin, destpêkê ji peywirê tê dûrxistin û pişt re jî ji peywirê tê girtin. Hat ragihandin ku qeymeqamiya Sasonê bi wekalet li navçeya Hezoyê dinêre.