Ji ber mafê wî yê tedawiyê hat astengkirin ket nav nivîna 2022-07-30 15:48:27   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku girtiyê nexweş Ehettîn Kaynar (73) ketiye nav nivînan û êdî nikare bi malbata xwe re bi telefonê jî biaxive û banga berdana wî kir.    Di hefteya 412'an de Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Tedawî Maf e Nikare Bê Astegnkirin û Bila Girtiyên Nexweş Bên Berdan" hat vekirin. Înîsiyatîfê di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ehettîn Kaynar (73).    Di daxuyaniyê de Endama Lijneya Birêvebirina Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen axivî û derbarê rewşa Kaynar de agahî da û xwest ku demildest bê berdan.    MAFÊ TEDAWIYÊ TÊ ASTENGKIRIN   Çevîrmen, diyar kir ku Kaynar destpêkê di mijdara 2015'an de hatiye girtin û piştî 2 salan hatiye berdan û wiha got: "Di encama erêkirina dosya wî de Kaynar di nîsana 2021'an de careke din hat girtin û ew kirin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê. Dema ku li derve bûye anjiyo bûye û piştî 2 heftan hatiye girtin. Piştî ku hatiye girtin rewşa wî giran bûye û tedawiyên wî nehatine kirin. Beriya 2-3 mehan Kaynar sewqî Girtîgeha Tîpa T Karabukê hatiye kirin. Dema cejnê malbata wî çûye serdana Kaynar û dîtiye ku rewşa wî ne baş bûye û wî nabin nexweşxaneyê."   Di berdewama daxuyaniya xwe de Çevîrmen, destnîşan kir ku ji ber tedawiya wî nayê kirin Kaynar ketiye nav nivînan û êdî nikare bi malbata xwe re bi telefonê jî biaxive û banga berdana wî kir.