Girtiyên nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene sewqî nexweşxaneyê nayên kirin 2022-07-30 16:22:56   AKSARAY - Li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê, girtiyên ku nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene ne sewqî nexweşxaneyê ne jî sewqî revîrê tên kirin.   Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê, tevî ku nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene jî girtî sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Ji girtiyan Ahmet Goksû, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku li qawişa wan agirê girtiyan bilind bûye, vedireşin û bêhal in. Sîdar Goksû ku bi bavê xwe re axivî ev tişt got: "Bavê min diyar ku tevî xwestine jî ne sewqî nexweşxaneyê ne jî sewqî revîrê tên kirin."   Goksû, destnîşan kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Goksû, bi lêv kir ku astengkirina tedawiyê ya bavê wî û hevalên wî "rêbazeke îşkenceyê" ye û ev tişt anî ziman: "Li girtîgehan mirin zêde dibin. Dermanan nadin girtiyan û wan sewqî nexweşxaneyan nakin. Îhtîmaleke mezin bi vîrusa koronayê ketine. Divê demildest ev pêkanînên li girtîgehê bi dawî bibin."   Girtî Mervan Sûngûr jî ku li heman girtîgehê dimîne, di saetên serê sibehê de bi malbata xwe re bi telefonê axivî û heman agahiyan parve kir. Dayika Sûngûr, da zanîn ku kurê wê ji wan re gotiye ku gazî personelên girtîgehê dikin û tevî ku dibêjin rewşa wan giran e jî sewqî wan a nexweşxaneyê nayê kirin.