Girtiyê nexweş Mahmût Badûr rakirin nexweşxaneyê 2022-07-30 18:25:40   ÎZMÎR – Girtî Mahmût Badûr ê 56 salî yê di Girtîgeha Odemîşê ya Tîpa T'yê de rakirin nexweşxaneyê.   Li Girtîgeha Odemişê ya Îzmîrê ya Tîpa T'yê girtiyê bi navê Mahmut Badûr ê 56 salî rakirin nexweşxaneyê. Badûr ku 30 sal in di girtîgehê de ye û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, piştî ku hevalên wî yên agahî dane malbata wî, malbat pê hesiyaye ku li nexweşxaneyê ye.   Jinbira Mahmut Badûr Nûrê Badûr xwe gihand ajansa me (MA) û der barê bûyerê de agahî dan.   ‘EM NIZANIN TU LI KÎJAN NEXWEŞXANEYÊ NE'   Nûrê Bûdûr der barê rewşa Badurê girtî de ev tişt gotin: “Mahmût Badûr 30 sal in di girtîgehê de ye. Berê emeliyat bûbû Lê belê ji bo kontrolê ew nedibirin. Îro hevalên wî ji girtîgehê telefonî me kirin û gotin ku agahî jê nayê girtin. Em nizanin ew li kîjan nexweşxaneyê ye. Dema ku me telefonî girtîgehê kir ji me re gotin, 'Hûn ê telefonî beşa tenduristiyê bikin.' Lê dema gava en telefon dikin kes bersivê nade. Gotin tenê dikarin di nava hefteyê de agahî bidin. Îro şemî ye, sibê yekşem e, em ê heya nava hefteyê nizanibin bê ka li ku ye. Ji ber vê fikarên me hene."